Polîtîk

YNK: Hilbijartinên Kurdistanê ji bo nûkirina ezmûna demokrasiyê derfeteke baş e

Mekteba Siyasî ya Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK) bi helkefta 78.ehemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistan`ê (PDK`ê) peyamek arasteya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan`ê (PDK) kir û têde ragihand ku em hêvîdarin ev sal bibe egera xurtkirina giyanê hevkarî û lêktêgîştina zêdetir di navbera hemû aliayn de bi her dû hizban jî û karê pêkveyî ji bo rastkirina rêbazê hikumraniyê bikin. 

Di naveroka peyamê de hatiye:

Endamên Mekteba siyasî yên Partiya Demokrata Kurdistan`ê (PDK`ê)

Silavek dostane

Bi helkefta 78 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, em pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we û endam û alîgirên we dikin.

Îro pêwîstiya Kurdistan`ê bi hemhengî û karên hevbeş û xurtkirina yekrêziyê heye,ji bo berjewendiyên bilind yên gelê me bi hemû pêkhateyên wê,ji bo rastkirin û pêşxistina rêbazê hikumdariyê li herêmê, bi riya garantîkirina mafên xwe yên nîştimanî û mafên destûrî li Êraq ya Fedral.

Bê guman hilbijartinên dema bê yên Kurdistan`ê jî derfetek e ji bo nûhkirina ezmûna demokratîk û baştirkirina rewşa jiyana welatiyên me ku armanca serekî ya Kurdayetî û xebata rewa ya komelên xelkê Kurdistanê ye.

Em hêvîdar in ku ev salveger bibe egera geşkirina giyanê hevkarî û têgihîştinê di navbera hemû aliyan de, bi taybet di navbera her dû partiyên me de; û her serkeftî bin û carek e din jî pîroz be.


Mekteba Siyasî

Yekîtî ya Niştimanî ya Kurdistan`ê (YNK)

Back to top button