Nivîsar

YNK ber bi çarenivîsek nediyar diçe

Paşeroja YNKê nediyar e

Nûçeanalîz- Di van rojan de di mediya başûrê Kurdistanê de li ser çarenivîs û paşeroja Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) gelek minaqeşe tê kirin. Bi taybetî  paşeroja YNKê a piştî mirina Celal Talebanî sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê tê behis kirin.

Dema Tevgera Goranê bi serokatiya Newşêrwan Mistefa ji YNKê veqetyaî, YNK kete di  rewşeke gelek tengav û dijwar de, li gor gelek çavdêrên siyasî eger Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) destê YNKê negirtinbaye û alîkariya wê nekribaye, dê YNK ketbaye. Lê jiber ku PDKê  rêkeftineke stratejîk digek YNKê heye, li gor wê rêkeftinê PDK destê YNKê girt û kir şerîka xwe di hemû warên hikûmetê de.

Gelek ji şareza û çavdêrên siyasî di wê bawerê dene ku rekeftina stratejîk ya navbera YNK û PDKê de xêrê dide YNKê û zirarê dide PDKê. Jiber hindê nuha dengek bilind di nav PDK de heye ku daxaza hilweşandina rêkeftina stratejîk a bi YNKê re dikin.

Nuha behsa wê yekê tê kirin  PDK postê serokatiya hikûmet li gor rêkeftina stratejîk ji YNKê werbigire û bo du alên bê PDK serokatiya hikûmetê bike.  Di dema kabîneya pêncê de YNKê tenazil kir û du salên xwe dane PDK û Nêçîrvan Barzanî çar salan serokatiya hikûmetê kir. Hindek kes dibêjin ku divê PDK jî bersiva başiya YNKê bide û Berhem Salih du salên din jî serokatiya hikûmetê bike. Wê dema YNKê du salên xwe dayne PDK ew ne ji başiya YNKê bû, lê hîbgê tevlîhevî  û kutle di nav serokatiya YNKê de hebûn nekarîn li hev bikin û kesekî ji bo postê serokê hikûmetê destnîşan  bikin.  Ji bo kabîneya şeşê jî heta YNKê Berhem Salih destnîşan kir bo postê serokatiya hikûmetê gelek pirsgirêk ketin nav polîbûroya YNKê û heta vê deqê jî beşek ji serokatiya YNKê ne bi Berhem Salih re ne.

Şalaw Elî Eskerî  endamê serokatiya YNK di hevpeyvîneke xwe digek kovara Livîn  behsa rewşa xeraba nav YNKê dike û dibêje ku dinav YNKê de polîbûro biryarên siyasî nade bi tenê 3-4 kes biryaran didin. Di hilbijartinên 25.7.2009ê, hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de,  Goran zora YNKê bir û hemû mihawile kirin YNKê jinav bibe, lê di hibijartinên 7.3.2010ê yên parlamentoya Îraqê de,  YNKê zora Goranê bir û bi cidî ji bona jinavbirina Goranê dixebtî.
Elî dibêje: “Em nikarin wê rastiyê veşêtin ku nuha PDK li Kurdistanê Partiya yekem e, Goran ji YNKê veqetiya û li ser hisaba YNKê 25 kursî bidest xistin, cemawerê YNKê û Goran yek cemawer e lê serokatî cudaye. Di vê navberê de PDK xwe bihêz kir, nabe em wê gileyîyê bikin ku YNK teslîmî PDKê bûye. PDKê gelek desthilat daye YNKê, eger ez li cîyê PDKê bumaye min ê ew  qasî desthilat nedabeya YNKê”

Ferhad Elaedîn  di nivîseke xwe de di rojnameya Hawelatî de dinivîse ku gelek hêvî hebû ku YNK xwe rêkbixwe û kêşyên navxwe çareser bike û çavê hemûyan li konferensê hizîrana 2010ê bû, lê piştî konferensê hemû hêviyên yekgirtina YNKê mirin û birînên nav YNKê kûrtir bûn, endamên pêşkeftiyên YNKê  hêdî-hêdî ji YNKê vediqetin, kutle-kutlanê di nav serokatiya YNKê de berdewam e û tê çaverêkirin ku berdewam kadiroyên YNKê cuda bibin yan jî bigihine Goranê . Her çiqas ev du sale YNK serokatiya hikûmetê dike lê nekariye dengê nerazîbûnê kêm bike û kesên jêdûrketîn evgerîna nav YNKê.
Elaedîn dibêje: “Eger YNK rewşa xwe baş neke û baweriyê dinav hevwelatiyan de çênek ku di hilbijartinên bê de dengê xwe bidin YNKê. Dê YNK bibe partiyeke biçûk û êdî nikare careke din hikûmetê pêkbîne û dê bibe paşkoya Patiyê  û bi tiştekî kêm jî be razî be. YNK dê ji zilhîzeke meydana siyasiya herêma Kurdistanê bibe lîstikvanekî biçûk û ev yek jî hilweşiyana YNK hêsantir dike. Eger vê carê serokatiya hikûmetê ji destê YNKê derket gelek zehmete ku careke din YNK seroaktiya hikûmetê bidest bikeve.”

Rojnameya Çawdêr ku rojnameyeke ser bi YNKê ye û girêdayî mela Bextiyarê endamê serokatiya YNKê ye di jimara xwe ya roja 12.09.2011ê de dinîvîse ku di nav rêzên YNKê de, bi taybetî di nav teknokrat, rêvebirên giştî, wezîr û karmandên hikûmetê yên ser bi YNKê ve rexne û nerazîbûneke mezin li ser wê yekê heye ku YNK nikariye hemû postên xwe dagire û  ne cîgirê serokê hikûmetê yê berê û ne serokê hikûmetê Berhem Salih nekarîne mafê YNK di wezaret û saziyan de biparêze û balansa navbera YNK û PDK ragire.

Arif Qorbanî şef redektorê rojnameya Aso ku ser bi Berhem Salih ve ye, di jimara 13ê vê mehê di rojnameya Aso de bersiva rojnameya Cawdêr dide û dinîvîse ku ji ber bêtifaqiya nav serokatiya YNKê û lihevnekirina wê gelek postên saziyên hikûmetê li herêma Kurdistanê û li Bexdayê jî ku para YNKê ne vala mane. Dinav YNKê de gelek grup hene û her grupek dixaze kesekî nêzîkî xwe li postekî deyne.

Ev gotinên Arif Qurbanî tam li ser Swêdê jî mitabiq in, Ev pêtir ji salek û nîvê ye ku nûneratiya hikûmeta herêma kurdistanê ya Swêdê tesîmî YNKê hatiye kirin. Lê heya roja îro jî, ji ber bêtifaqî û gelek kutleyên nava serokatiya YNKê, YNK nikariye kesekî/ê bo postê nûnerê hikûmetê li Swêdê destnîşan bike û kurdên Swêdê baca vê yekê didin.

Rojevakurd/NH

Back to top button