Yilmaz Guney

 

Yilmaz Güney hunermendekî mezin, jîrek û çalak bû. Ew di sala 1931ê de li bajarê Edenê, li gundê Yenîceyê ji dayîka xwe bûye. Ew ji malbateka hejar bû. Wî di zaroktî û xortanîya xwe de jîyaneka tal û dijwar derbas kirîye. Dêya wî Gulê ji MûŞê û bavê wî jî ”Urfayê” ye. Navê bavê wî Hamîd bû û ew xwedîyê heft zarokan bûn. Hamîd Zaza û dêya Yilmaz Kurmanc bû. Bavê Yilmaz, piranîya birayên xwe, di şerê eşîrtîyê de winda kirin. Windabûna wan hîkarîyeka mezin li ser fîlmên Yilmaz kirin û fîlmên wî bûn kopîya jîyana malbata wî. Bavê Yilmaz Gûney jî, ji alîyê neyarên xwe ve tê kuŞtin. Kuştina bavê wî, hîkarîyeka mezin li ser jîyana wî (Yilmaz) dike. Di sînemaya Kurd û Tirk de karê Yilmaz Gûney parve dibe ser sê qonaxan: seroklîstikvan, senarîst û birêvebir.

Em vebigerin ser hunermendîya Yilmaz Gûney, ew kom dibe ser van xalan:

1. Huner ji bo berjewendîyê gel, ronahîyeka mezin e.
2. Guhartin dê rasteqînîya xwe bide der, di praktîka rojê de…
3. Divê em şert û hoyên dîrokî yên ku em tê de ji bîr nekin.
4. Divê em li dijî îdeolojîyên çewt derbikevin û rêya rast nîşan bidin.
5. Têkoşîn li dij împeryalîzm û hevkarên wê dilsozî û mêranî dixwaze.

Li Îtalîyayê neoreyalîzm pêşve diçe, bi taybetî li ba Fellinî. Navê koma wî”New Amerîka Cînema” bû û ”Free Cînema ya Brîtanîya Mezin bû. Godar fîlmek kiŞand, navê wê ”Nefesa Dawî” bû. Ev fîlm di sala 1959an de hat kiŞandin û hîkarîya xwe li ser sînemagêran kir. Cassavetesê neoreyalîst di derûdora sala 1960î de fîlmekê, bi navê” Tarîyek li ser Manhattanê” kişand. Antonîonî li ser şopa neoreyalîzmê dimeşe, li Swêdê ”rejîsorên nûh Wîdenberg, Troell dest bi fîlmên dramatîkî dikirin. Li Almanyayê Fasshinder û Schlênderift dest bi fîlmên rojane yên dîrokî dikirin. Dokumenter û fasên Şerê cîhanê bûn sedemên pêŞkeftina neoreyalîzma Îtalî û welatên dî hîkarîya xwe kirin.

Birêvebirê kovara” Chaplînê” yê Swêdê, Lars Åhlander, di derbara Yilmaz Gûneyî de wisan got: ” Yilmaz dabû pey şopa Sînemeya Îtalî ya ”neoreyalîzmê”. Wî ”neoreyalîzm” bi pêve bir û hîkarîya xwe li ser sînemekaran kir, da ku ew li ser vê şopê bidomin. Jidewlemendkirina enstitûya fîlmê bêhtir, ji hawira naverokê ve, ew li pey pêşxistina fîlman bû”(Kovara Şano û Sînema, 1992). Di destpêkê de, Yilmaz Gûney ji van kesan hez dike; Brut Lancaster, Marlon Brando(Amerîkî) û Jack Palance. Bi alîkarîyan van kesên jorîn sînemeya Tirk ji fîlmên tiyatroyî derbasî fîlmên sensasîyonelê dike. Hêdê-hêdî rolên ku zora dijminî dibirin, dileyîst. Yanê mîna Belmondo, Dean angu Bruce Lee… Paşê di kesitîtiya xwe de Şoreşa civakî(sosyal) Çêdike, xwe diguhîrîne û fîlmên xwe li ser pirsên civakî, polîtîkî ûhwd ava dike, derbasî reyalîzmê dibe, êdî Yilmaz bi Çavekî zanistî li dabeşan mêze dike. Yilmaz Şopdar û hevalbendê De Sîca, Fellînî û Antonîonî ye. Ew hunermendekî neteweyî û navneteweyî bû.

YÊN BÊHÊVÎ 1971

Yilmaz, piştî sala 1970î li ser hinek pirsgirêkên Kurdan radiwestîya û wî zirarê dide dewletê. Naveroka fîlma Yilmazî ya bi navê ” Yên Bêhêvî” ew e ku cîhana Firat û Çîgdem cihê ye, du dinyayên cihê ne, lê xwestina dilê wan yek e. Ev fîlm di sala 1971ê de hatîye kiŞandin. TiŞtê ku Çîgdemê dide fikirandin Çardehxwara(Çeka) Firatî ye. Firat, Çardehxwar û Çîgdem dê Çawan bikaribin bi hevre bijîn? Evîn nerm û têgihîŞtî ye, dikare zora çekê bibe, lê seroklîstivan (Yilmaz) bi kesên dî yên mêrkuj û xirab ve hatîye girêdan û ew nikare ji wan kesan azad bibe. Heger Yilmaz ji “Koma Maffîyayî” ( koma mêrkujan) vebiqete, bireve, hingê tawana wî mirin e, dê bê kuştin. Ew ketîye nav agirî û ji nav agirî nikare derbikeve. Rêya yekemîn bi Maffîyayê re bixebite û rêya duyemîn jî vebigere mala xwe, ba evîndara xwe, ba Çîgdemê. Herdu rê jî, rêyên mirinê ne. Rêya sêyemîn tune ye.

”Yol”, 1981

Gava Maruf Yılmaz û rojnamevan Gabar Çîyan bûn mêvanên Lars Åhlander û hevpeyvîn bi Lars Åhlanderî re çêkirin, hinge axînî û oxînî ji dilê wî diçû, got: “ Yilmaz hunermendekî mezin, jîrek û çalak e, lê dewleta tirk ew hêşand. Tirkiye hunera wî qedexe kirîye û bi ya min huner mirovahî bi xwe ye û dive bê parastin. Li Enstitûya fîlmê li Swêdê bûme birêvebirê kovara ”Chaplînê”. Di nava vê bezê de min gelek kes nas kirin û bi wan re têkilî danî. Ez gelek caran beŞdarî fîlmfestîwalên navneteweyî bûme. Di wan de, min û Yilmaz hevûdu nasî. (…) ”YOL” bi gelek dîmenên xwe, bi motîfên Çandî û edetên kurdî ve hatîye xemilandin. Fîlmên wisan ku li gundên Kurdan Çêbûne û jîyana Kurdan tê de bi giranî heye, dikare dîtinek wisan ççêbike”( hevpeyvînçêker: Maruf & Çiyan, Gabar Kovara Şano û Sînema, 1992). Yilmaz Gûney di fîlma “Yolê” de dide xuyankirin ku Tirkîyê girtîgeheka veŞartî ye. Di vê fîlmê de rewşa Kurdistanê, dema feodalîzmê; edetên kevnare, pirsên civakî, Çandî û qanûnên civakî wekî ewrekê tarî tên dîtin. Em di fîlmê de Seyîd Alî (seroklîstikvan) dibînin; jîna wî, Zînê bi yekî dî re rabûye, çû ser koŞka mêrên dî û edeta xwe kurdî daye bin lingan.. Ji lewre, Seyîd Alî stûxwar e û ew li ber bûyerên çêbûyî ketîye rewşa xirab, di nav xelqê de serê wî bilind nabe. Jina Seyîd Alî, edetên malbata xwe daye bin lingan û ev ji Seyîd Alî re bûye rûreşîyeka mezin. Seyîd Alî dikaribû jina xwe bikuje angu wê berbide û jê azad bibûya, lê wisan ne kir. Axlaqê civaka paşkeftî ya ku Seyîd Alî û malbata xwe tê de dijîn, bi qanûnên civakî û Çandî ve hatine girêdan.

Birêvebir: Şerîf Goren

Senaryo: Yilmaz Gûney

Sereklîstikvan: Tarik Akan

Kurtedîyaloga “YOLê”

Zîn(Zinê): Bi min re qiwet nema(jihevketî).

Ya xwedê, tu mezin î, tu qewetê bide min,

alîkarîya min bike, Seyîd!

Min ji guran re nehêle,

bila dilê te bi min biŞewite, Seyîd!

Law: Bavo! Dayé min ma(bi xemginî).

Seyîd: Guh nede wê, ew tê.

Law: Na, nikare bê, di rê de maye; ew dimire, bavo!

Seyîd: Te negot bira bimire nehê.

Law: Te ew bi me re hanî.

Zîn: Lingên min tevizîne, ez dimirim (…).

Fîlmên Yilmaz Gûney yên baş û sereke, ev in:

1.SEYÎDXAN, 1968
2.GURÊN BIRÇÎ, 1969
3.HÊVÊ(UMÛD), 1970
4.YÊN REVOK(KAÇAKÇILAR), 1971
5.ÊŞ(ACÎ), 1971
6.ŞIK(ENDÎŞE), 1974
7.HEVAL, 1974
8.ROJEKÊ BIVÊNEVÊ(BÎR GÛN MUTLAKA) 1975
9.KERÎ(SÛRÛ) 1978
10.DIJMIN(DÛŞMAN), 1979
11.YÊN BELENGAZ, 1974
12.RÊ(YOL) 1981
13.DÎWAR, 1983

Naveroka fîlmên Yilmaz Gûneyî ji xalên jêrîn pêktên:

1.Doza xwînê (heyfdarî, heyf hilanîn, heyf jê standin, xwînrêjî û xwîndarî.
2. Eşqîya, mêrkuj, şêlandin, û rêbirî.
3. Evînî, evîndarîya agirçavî.
4. Revoktî.
5. Belengazî, çînayetî û hejarî.
6. Li ser pirsên civakî, çandî, rêzanî, rewşa Kurdistanê.
TÊBINÎ:

Yilmaz di fîlma xwe ya pêşîn de tirkperwerîyê dide pêş, paŞê poŞman dibe, Kurd û Kurdistanê dibîne).

BERHEMÊN YILMAZÎ YÊN KU DI ARŞÎVA KOVARA MIN DE HENE; EV IN:

1. Rojek, 1952
2. Ew bi stûxwarî mirin, 1961.
3. Sêberîya Selîyê (?)
4. Hucra min, 1972
5. Salpa, 1972
6. Nivîsarên rêzanî, 1995
7. Li ser Faşîzmê, 1979
8. Nameyê Selîmiyê, 1972
9. Sanik(Bersûc, 1975)
10. Ji kurê min rê çend name, 1979
11. Sobe, şûşa pencerê û em du nan dixwazin.
(ArŞîva Kovara Şano û Sinema 1992).

Ez dixwazim vebigerim ser fîlmên Yilmaz Gûney. Wî di 113 fîlman de weke seroklîstikvan, senarîst û derhênêr cîh girtîye:

A. Tenê serolîstikvan/lîstikvan: 58
B. Lîstikvan û nivîskarîya senaryoyê: 23
C. Senaryo û alîkarê birêvebirê fîlmê: 1
Ç. Alîkarê birêvebir: 3
D. Tenê nivîskarê senaryoyê: 5
E. Alîkarê birêvebir û lîstikvan: 1
Ê. Mijara dayîna senaryoyê û lîstikvan:3
F. Lîstikvan û birêvebir, nivîskarê senaryoyê: 6
G. Lîstikvan û nivîskarê senaryoyê wekî alîkar: 1
H. Senaryo, lîstikvan û birêvebir: 9
Not: Ev berê di kovara rizgarîyê de hatiye çapkırın.

Maruf Yilmaz

Doktoremend, lêkolîner, nivîskarê perwerdekar

[email protected]

Nerîna min :