Polîtîk

Yildirim: PKK dixwaze li gel me rûnê

Serokwezîrê Tirkiye Binali Yildirim li gel parlementerên AKPê xwarina fitarêde civiya. Yildirim axavtinek kir û behsa bûyerên dibin kir.Yildirim got:Ji rêxistina terorê xeber ji mere tên û dibêjin; em dikarin hev bibînin, çekan deynin û biaxivin. Lê tiştekî ya axavtinê li gel wan nemaye.Tê zanin ku di navbera hinek dezgehên dewletê û PKKê de diyalogek heye. Lê dixweyê hukumet û taybetî Erdogan piştî têkçûna pêvajo sekinandina şer, naxwazin PPKê re diyalogê deynin. Erdogan vekirî dibêje ,PKK xiyanet li me kir û ser soza xwe nesekinî.Ji berî niha parlementerê HDPê Sirri Sureya jî dabû xûyakirin ku, her demî bi agahiya Erdogan  çûye Qendilê û tiştek ji derê agahaiya hukumetê nekirine.Lê taybetî piştî hilbijartinên 7ê Hêzîrana 2015ê stratejiya HDPê rêvebirî û tifaqa li gel dijberên Erdogan çêkirîn bû sedemê girêdana heyî qut bû. 

Back to top button