Hevpeyvîn

Sinorê Kurdistanê bi şer hatiye diyarkirin

“Beşdarbûna Pêşmerge bo Operasyona Mûsilê tiştek normal e û heta DAIŞ bê xilas kirin jî wê Pêşmerge beşdarê operasyonan bibe. Ya duyem; hebûna DAIŞ’ê li Mûsilê, gefek mezin e li ser ewlekariya Herema Kurdistanê. Heta DAIŞ li Mûsilê hebe, ewlekariya Herêma Kurdistanê jî seqamgîr nabe. Jiber vê yekê jî, ji bo derxistina DAIŞ’ê ji Mûsilê jî, Pêşmerge beşdarê vê operasyonê bibin.” “Herêma Kurdistanê beşek e ji Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞ’ê ye. Pêşmerge weke beşek ji vê hêzê li Kobanê jî beşdarê şerê li dijî DAIŞ’ê bû. Bi gotinek din, li derveyî sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqa Federel beşdarê şer bûye. “ Hêza Pêşmergeyên Rêveberiya Herêma Kurdistanê,  ji destpêka êrîşên DAIŞ’ê yên ser Iraq û Kurdistanê bi şerekî dijwar re rû bir û ye û derbeyên giran li DAIŞ’ê dide. Pêşmerge planên DAIŞ’ê yên dagirkeriya Kurdistanê û têkdana destkesftiyên kurdan feşkilandin. Li gor zanyariyên ku Wezareta Pêşmerge bi BasNûçe’yê re parvekiriye heta niha bi tenê ji sedî 2 -3 xaka Kurdistanê di destê DAIŞ’ê de maye û Pêşmerge di nava wê amadekariyê de ye ku wan herêmên di destê DAIŞ’ê jî de rizgar bikin. Li aliyên din şikestxwarina Artêşa Iraqê ya li hember DAIŞ’ê û vekişîna wan a ji xaka Kurdistanê jî bû sedem ku Pêşmerge li ser sînorên Kurdistanê sengeran deyne û berevaniyê di ber de bike.Cebar_Yawer_719068566Berdevkê Wezîrê Pêşmerge Cabbar YawarBerdevkê Wezîrê Pêşmerge Cabbar Yawar, di derbarê meseleya şerê Pêşmergeyan ê li hember DAIŞ’ê, alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo Kurdistanê, Operasyona Mûsilê, avakirina artêşeke netewî ji BasNûçe’yê re axivî. Cabbar anî ziman ku Pêşmerge beşeke giring a Hevpeymaniya Navdewletî ne û heta niha ji bilî Başûrê Kurdistanê wan li Rojavayê Kurdistanê li Kobanê jî şerê DAIŞ’ê kiriye. Herwiha Cabbar bal kişand ser herêmên xala 140’î ya Destûra Iraqê jî û eşkere kir ku sînorê Kurdistanê bi şer hatiye danîn. -Biryar bû ku hemû hêz û yekîneyên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê, di bin banê Wezareta Pêşmerge de bibin yek. Piroseya yekgirtina Hêzên Pêşmerge di çi astê de ye? Proseya yekgirtina Hêzên Pêşmerge berdewam dike, ji bo vê yekê xebatên me berdewam dikin. Lê jiber şerê DAIŞ’ê û herwiha qeyrana darayî ya li Herêma Kurdistanê, prose girantir dimeşe. Jiber ku ji bo pêşdeçûna vê proseyê pêwîstî bi mekanîzmayekê heye. Divê ev mekanîzma hêzên 70 û 80 yên Pêşmergeyan ku ev hêz ser bi Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve ne, hilgire nav bernameyekê perwerde û rahênanê. Piştî vê perwerde û rahênanê divê herdu hêzan bikin yek. Pêwîstiyên wan ên leşkerî û jiyanî dabîn bikin û herwiha ligor pêdiviyan cihê erkê wan diyar bikin. Lê em niha li dijî rêxistina DAIŞ’ê di nava şerekî giran de ne. Ji ber vê yekê jî em di vê pêvajoyê de nikarin hêzên xwe paş de vekêşin û bînin pişt xeta şer. Nabe ku em van hêzan ji eniyên şer vekêşin û xeta sînor a şer û xeta berevaniya Kurdistanê vala bikin. Ji bilî van rewşan, ji bo ev mekanîzma bikare karên xwe bi rêkûpêkî bike, pêwîstî bi derfetên aborî û bûdceyekê heye. Ji bo dabînkirina pêwîstiyên van yekîneyan ên weke cîl û berg, çek û teqemenî û amêrên leşkerî, pêwîstî bi pare heye. Jiber vê rewşa qeyrana darayî, niha hikûmet tenê dikare mûçeyên Pêşmergeyan bide. Pêwîstiya projeyên din bi zehmetî tê dabînkirin. Me heta niha kariye 14 lîwayan bikin yek û sererast bikin. Niha ev her 14 lîwa ji Xaneqînê heta Şengalê li dijî DAIŞ’ê di nava eniya şer de ne. -Pêşmerge roj bi roj li dijî DAIŞ’ê pêşve diçe. Niha li Kurdistanê kîjan herêm di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de maye? Li Başûrê Kurdistanê, vê gavê tenê ji sedî 2 heta 3’yê axa welat di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de maye. Ew jî hindek navçeyên ser bi Şengalê ne. Şengal bixwe hatiye rizgarkirin, lê hindek gund û bajarokên derdora wê li bin destê DAIŞ’ê de mane. Herwiha çend gundek li devera Başîqa ku dikeve bakûr û rojavayê Deşta Nînova, di bin dagirkeriyê de ne. Ji bilî van deveran, piştî dagirkirina DAIŞ’ê, ji Xaneqîn heta Şengalê hemû axa Başûrê Kurdistanê hatiye rizgarkirin. -Beriya bi hefteyekê şandek ji Wezareta Pêşmerge serdana Amerîkayê kir. Armanca vê serdanê çi bû, çi hate xwestin? Belê, şandek pilebilind ji Wezareta Pêşmerge serdana Amerîkayê kir û di acendaya vê serdanê de daxwaz ji rêveberiya Washington hate kirin ku alîkariya leşkerî bide Hêzên Pêşmerge. Di encam de Amerîkayê û welatên din jî heta radeyekê alîkarî şandin û Hêzên Pêşmerge jî karî van pêdavistiyan di şerê li dijî DAIŞ’ê de bikar bîne û jê sûd werbigre. Weke tê zanîn pêwîstiyên eniyên şer demdirêj in û her dem pêwîstî bi alav û teqemenî û çek dibe. Şanda Pêşmerge daxwaza alîkariyek zêdetir û herwiha dabînkirina bûdceyekê taybet kir ku ev bûdce bibe ya şer. Jixwe di encam de Wezareta Berevaniya Amerîkayê biryar da ku 415 milyon dolar alîkarî bide Hêzên Pêşmerge. Ji bo mezaxtina vê kojmeyê jî şanda amerîkî hate Kurdistanê û ligel berpirsên wezaretê hevdîtin pêk anî. Herwiha şanda Pêşmerge li Washingtonê behsa eniyên şer kir û rewş, şert û mercên şerê li dijî terorê veguhest. -Amerîka amade ye raste rast çekan bişîne bo Herêma Kurdistanê? Sîstema şandina alîkariyên leşkerî heta niha bi rêya Bexdayê bûye. Heta niha jî hemû welatên di nava Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞ’ê, alîkariyên xwe bi rêya Bexdayê dişînin. -Ji bilî Hêzên Pêşmerge, hêzên leşkerî yên HPG, YPG, HPŞ û Heşdî Şabî jî li sînorên Herêma Kurdistanê hene. Gelo wê ev hêz heta kengî li vê derê bimînin? Li gor pêzanînên me, hindek hêzên PKK’ê li nav sînorên Şengalê hebûn. Jiber ku Şengal li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ye. Jiber vê yekê jî hêzên YPG û yên HPG’ê li wan sînoran hebûn. Lê niha di ajansên nûçeyan de jî tê gotin ku PKK’ê ev hêzên xwe kişandine Bakûr. Diyar e ji ber pêwîstiyan hêzên xwe ji wir kişandine ku tê zanîn niha piranî li Bakûrê Kurdistanê çalakiyan dikin. Niha hêzên Pêşmerge yên ser bi êzdiyan li herêmê mane. -Bi taybet li Kerkûk û derdora wê hebûna Heşdî Şabî berdewam e yan na? Li Başûrê Kurdistanê pêwîstiya me bi hebûna hêzek weke yê Heşdî Şabî nîne. Li Celawla niha hêzên mîlîsên şîîe nemane. Tenê li navçeya Tuzxûrmatû hene. Jiber ku Tûzxûrmatû navçeyek li ser rêya Bexda û Kerkûkê ye û di nava nîştecihên wî de tirkmen û erebên şîe jî hene. Herwiha dawiya axa Başûrê Kurdistanê ye û axên dawî yên kurdnîşîn e. Tirkmen û erebên şîe yên van navçeyan bûne Heşdî Şabî. Jiber ev hêz xwedan nîzamek leşkerî nînin, dikarin nîzama civakî jî têk bidin. Lê ji bo hevdîtin û çareserkirina pirsgirêkan di navbera Hêzên Pêşmerge û fermandarên Heşdî Şabî de lîjneyek heye. Dema rewşek rû dide, ev lîjne ligel Rêveberiya Qaymeqamiya Tûzxûrmatû hevdîtina dikin ji bo çareserkirinê. -Rayedarên Rûsyayê eşkere dikin ku alîkariya leşkerî didin Kurdistanê? Rûsya heta niha çiqas alîkarî şandiye? Heta niha Rûsyayê raste rast, tu alîkariyek leşkerî, ne çek, ne jî teqemenî neşandiye ji bo Hêzên Pêşmerge. Herwiha tu rawêjkar û pisporên leşkerî yên Rûsyayê jî nehatine Herêma Kurdistanê. Di vê mijarê de tu biryarek û ti hevdîtinek jî di navbera herdu aliyan de nîne. Ew berpirs û pisporên leşkerî yên niha li Herêma Kurdistanê jî hemû yên her 60 welatên Hevpeymaniya Navdewletî ne. Di nav wan de tu hêz an jî şêwirmendek artêşa Rûsyayê nîne. Lê belê Rûsyayê di çarçoveya hevpeymaniya xwe ya li gel hikûmeta Iraqê, ku Îran û Sûriye jî di nava vê hevpeymaniyê de ne, alîkariya leşkerî şandine Bexdayê. Ji bilî beşek pir biçûk, tu alîkariyek ji Bexdayê re hetine jî, negehiştine Hewlêrê. -Alîkariyên leşkerî yên ji bo Pêşmerge tên şandin, çawa tên sererastkirin û li ser hêzan çawa tê belav kirin? Sîstema dabeşkirina van alîkariyan çawa ye? Sîstema dabeşkirina çek û teqemeniyên ku weke alîkarî digehin destê Wezareta Pêşmerge, li gor pêwîstî û şert û mercên şer tê diyarkirin. Wezareta Pêşmerge vê yekê sererast dike û pêwîstiyên eniyan li ber çav digre. Birastî heta niha alîkariyek wisa pir mezin nehatiye Herêma Kurdistanê. Diyar e me jî eniyek dirêj ê şer heye ku ji Xaneqîn heta Şengalê dike 1050 kîlometre. Di seranserê dirêjahiya vê eniyê de jî pêwîstî bi çek, teqemenî û alavên leşkerî heye. Alîkariyên leşkerî yên digehên herêmê jî, digehên eniyên şer. Ne tenê bo Hêzên Pêşmerge yên ser bi wezaretê, ji bo Hêzên Xwebexş, Hêzên Zêrevanî, Hêzên Firyekeftin, polîs û Yekîneyên 70 û 80, Hêzên Piştevaniyê yên 1 û 2 jî tên dabeşkirin. Jiber pêwîstiyên lezgîn, bêyî ku di sîstema dabeşkirinê de carna kêmasî jî derbikevin. Lê Wezareta Pêşmerge ji bo sererastkirina van kêmasiyan jî kar dike. -Li hember van alîkariyan, hikûmeta Herêma Kurdistanê çi dide welatan? Em tu alîkariyekê, an jî sozekê nadin wan. Jiber ku ew welatên hevpeymaniyê ne, bi xwebexşî alîkariyê didin Pêşmerge. Welatên hevpeymanan bi çend cûreyekê alîkarî didin wan hêz û aliyên ku şerê terorê dikin. Ji ber vê yekê, Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, ji van alîkariyan sûndmend dibe. Şêweyê yekem ê alîkariyê, beşdarbûna firokeyên van welatan ji bo şerê DAIŞ’ê ye. Firokeyên şer ên hevpeymanan li Sûriyê û Iraqê, bingeh û baregahên terorîstan bombebaran dikin û piştgiriya esmanî didin operasyonên leşkerî. Ji bo vê yekê ji di nava Hêzên Pêşmerge û Hêzên Hevpeymanan de koordînasyonek heye. Di demên pêwîst de beşdarê şer dibin û alîkariya esmanî didin. Dîsa di dema êrîşên DAIŞ’ê de ev firoke rolekê dibînin û ji bo têkbirina êrîşan yekîneyên DAIŞ’ê bombebaran dikin. Şêweyê duyem jî ew e ku bi rêya tîmên rawêjkar û pisporên leşkerî ve, perwerde û rahênanê ligel Hêzên Pêşmerge û herwiha Artêşa Iraqê jî dikin. Şêweyê sêyem jî dabînkirina pêwîstiyên leşkerî ye. Ev welat, bi şandina çek û teqemenî, amêrên leşkerî, otomobîl û pêwîstiyên pijîşkî dabîn dikin. Lê ev alîkarî bi giştî alîkariyên bê beramber in. Ji ber ku em beşek in ji Hevpeymaniya Navdewletî Li Dijî DAIŞ’ê û ji bo meşandina şer û tekoşînek bi çalak, pêwîstiya me bi van alîkariyan û piştgiriyan heye. -Heta niha çendîn car çekdarên DAIŞ’ê li dijî Hêzên Pêşmerge çekên kîmyewî bikar anî. Ji bo Pêşmerge bikare xwe ji zirara van çekdan biparêze, tu alîkariyek hatiye kirin? Belê, di nava alîkariyan de dermanên li dijî karîgeriya çekên kîmyewî û hejmarek maskeyên li dijî gazên kîmyewî jî hatine. Lê ne di wê astê de ne ku têra Hêzên Pêşmerge bike da ku bikare xwe ji ber van çekan biparêze. Di vî mijarê de welatên hevpeymanan soz dane ku bi qasê têra hemû Hêzên Pêşmerge bike, pêdawîstiyên dijî çekên kîmyewî bişînin. -Ji kîjan welatan ev alîkarî hatine? Ji Brîtanya, Fransa, herwiha hindek ji Rûsyayê jî hatibûn. Ji bilî van, Hikûmeta Federal a Iraqê jî biryar daye ku di vî warî de alîkariyê bide Hêzên Pêşmerge. Lê bi giştî hemû jî beşek pir biçûk bûn û têra pêwîstiyên şer nedikirin.  -Bi operasyona dawî ya eniya Xazirê, Hêzên Pêşmerge pêngavek din jî nêzîkê Mûsilê bû. Herêma Kurdistanê ji bo Pêşmerge beşdarê Operasyona Mûsilê bibe, şertên xwe eşkere kirine. Gelo ev şert ji aliyê rêveberiya Bexdayê ve hatine qebûl kirin? Beriya niha jî ev mijar gelek caran bû mijara gotûbêjan û hate gotin ku wê Hêzên Pêşmerge beşdarê Operasyona Mûsilê bibe. Jiber ku Herêma Kurdistanê beşek e ji Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞ’ê ye. Hêzên Pêşmerge weke beşek ji vê hêzê li Kobanê jî beşdarê şerê li dijî DAIŞ’ê bû. Bi gotinek din, li derveyî sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqa Federel beşdarê şer bûye. Jiber vê yekê jî beşdarbûna Pêşmerge bo Operasyona Mûsilê tiştek normal e û heta DAIŞ bê xilas kirin jî wê Pêşmerge beşdarê operasyonan bibe. Ya duyem; hebûna DAIŞ’ê li Mûsilê, gefek mezin e li ser ewlekariya Herema Kurdistanê. Heta DAIŞ li Mûsilê hebe, ewlekariya Herêma Kurdistanê jî seqamgîr nabe. Jiber vê yekê jî, ji bo derxistina DAIŞ’ê ji Mûsilê jî, Hêzên Pêşmerge beşdarê vê operasyonê bibin. Bêguman ji bo beşdarbûna operasyonê divê planek berferehê leşkerî hebe. Di vê planê de bê destnîşan kirin ka wê Hêzên Pêşmerge û hêzên din ên leşkerî çawa di operasyonê de cîh bigrin. Wê sînorên hemû hêzan çi be û heta kê derê herin. Ev mijarek giring ê plansaziyê ye. Xalek din ê giring jî, paşeroja Mûsilê ye. Piştî rizgarkirina vê bajarê wê kîjan hêz parastin û ewlekariya vê bajarê bigre? Ligel vê yekê, wê îdare û rêveberiya bajar çawa be? Ev mijar hemû bi hev re girêdayîne û divê beriya operasyonê bên zelal kirin. -Baş e, plana Operasyona Mûsilê amade ye? Aliyan li ser planê hev kirine? Hê jî derbarê Operasyona Mûsilê de tu plan û bernameyek amade nîne û li ser van mijaran jî bi hûrgûlî nehatiye axaftin. Lê bi awayek giştî di hevdîtinan de behsa operasyonê hatiye kirin. Pêwîstî bi dariştina planek berfereh heye. Lê bi rizgarkirina Mûsilê wê gefa terorê ya li ser Hewlêrê, navçeyên wê, herwiha sînorên me jî nemîne. Ketina Mûsilê tê wê wateyê ku navçeyên Mexmûr, Dîbege, Guwêr, Başîq, Zûmar û Şengalê jî ji gefê rizgar bibin. Hingî wê xelkên van navçeyan bikarin bi rehetî û azadî vegerin malên xwe, barê koçberan ên li ser milê Kurdistanê jî siviktir bibe. -Piştî rizgarkirina Mûsilê, ew hêzên ku beşdarê operasyonê bibin, nabin gefek nû li ser Herêma Kurdistanê? Pêwîstiya Mûsilê, piştî rizgarkirinê bi hêzek leşkerî heye ku bikare bajêr biparêz e û ewlekariya wê bigre. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê piştî azadkirinê navçe û bajar naparêze. Ev yek ne erkê Pêşmerge ye, erkê hêzên Hikûmeta Federal a Iraqê ye. Mûsil ne perçeyek Herêma Kurdistanê ye û nabe jî. Hindek navçeyên ser bi parêzgeha Mûsilê, navçeyên Herêma Kurdistanê ne. Şengal, Başîq, Zûmar navçeyên Herêma Kurdistanê ne. Niha jî ev navçe di bin kontrola Pêşmerge de ne û îdareya wan girêdayê Kurdistanê ye. Kurdistan jî nikare erkê parastina Mûsilê bigre serxwe. Niha ji bo Operasyona Mûsilê li Mexmûr û Başîqa hêzên Artêşa Iraqê hene. Wê ew hêz herin nav Mûsilê û erkê parastina bajêr bigrin ser milê xwe. -Kîjan hêz wê beşdarê Operasyona Mûsilê bibin? Tê gotin ku wê PKK û Haşdî Şabî jî beşdar bibin gelo rast e yan ne? Em diber Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de berpirsin. Jiber vê nizanim ka wê kîjan hêzên din beşdarê vê operasyonê bibin. -Vê gavê Hêzên Pêşmerge, hemû navçeyên nakok ên ku çarenivîsa wan di madeya 140 a Destûra Iraqê de hatine destnîşan kirin, kontrol kiriye. Ev tê wê wate ku pêwîstî bi vê madeyê nemaye? Di madeya 140 a Destûra Iraqê de hatiye gotin ku ji bo diyarkirina çarenivîsa van herêman divê rapirsî bê kirin. Heger Herêma Kurdistanê li van navçeyan referandûm pêk anî û xelkên van navçeyan jî gotin “belê, em dixwazin ser Herêma Kurdistanê bin” hingî wê çarenivîsa van deveran jî diyar bibe. Niha me sînorê Herêma Kurdistanê nedanî ye. Ev sînor bi şer çêbûne. Sînor jî bi rêkeftinên navdewletî dibe. Çi gava me referandûm pêk anî û dewleta Kurdistanê ragihand, wê demê em dikarin bi rêkeftin sînorên xwe jî diyar bikin. Lê hê jî me referandûm nekiriye. Lêwma Herêma Kurdistanê niha li ser Iraqa Federel e.BasNews

 

Back to top button