Konsulê Giştî yê Rûsya li Hewlêrê Victor Simakov di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, welatê wî Rûsya dixwaze têkiliyên xwe yên aborî bi Herêma Kurdistanê re berfirehtir û xurttir bike. Victor Simakov bi bîr xist, ku du sal berî niha şandeke pilebilind a Rûsya serdana Herêma Kurdistanê kir û got, Rûsya û Herêma Kurdistanê hingê li ser cîbicîkirina çend projeyan rêkevtin kirin, lê belê ji ber êrişên DAIŞê ew proje hatibûn paşxistin. Konsulê Gişît yê Rûsya li Hewlêrê herwiha da xuyakirin: “Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Palndanînê û şandeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Elî Sindî dê 16-18ê Hezîranê bo beşdarbûn di Korbenda Aboriya Navdewletî ya Saint Petersburg de serdana Rûsya Rûsya bikin.” Simakov destnîşan kir: “Rûsya bi hatina şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek hêvîdar e, ji ber ku gelek derfetên alîkariyên aborî di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de hene.” Konsulê Giştî yê Rûsya li Hewlêrê tekez jî kir: “Rûsya dikare beşdariyeke bihêz di geşedana pîşesazî û sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê de bike.”
Pêş
04/06/2026
Mesrûr Barzanî: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi Iraqê re baştir bikin
04/06/2026
“Çekê Pêşmergeyan dîrok, fedakarî û rûmet e”
Têkildar
Balkêş e ?
Close


