Yên berê digotin: Tiving îcat bû mêrxasî betal bû…!

Li gorî şert û mercên demê hemû şêweyên xebat û têkoşînê, hemû rê û rêbazên têkoşînê meşrûye. Eger arnanca me ya stratejîk serxwebûn û dewletbûn be, pêwiste em bi hişmendîyek netewî tevbigerin…

Cano Amedî
Piştî medyaya civakî peyder bû mirî zîndî bûn, zîndî jî bê deng bûn.
Heq, hûqûq, ûjdan, ehlaq, karekterê Kurdewarî, bîrûbaweriyên mirovahiyê serûbin bûye. Li ser medyaya civakî gotin û hevokên qirase, diyalogên gelekî xirav bi şeweyekî bê edeb û heqaretên giran tên kirin.
Bi taybeti ji salên 2000 an şûnda dewlet stratejiyek dûr û kûr xist rojevê. Ji bo civata Kurd ji hest û hişmendiya netewî dûr bikeve, ji bo daxwaza mafên xwe yên ku ji milletbûnê tên neke, pêvajoya xapînok di bin bandor û kontrola du hêzên desthilatdar de xist rojevê, bayê bêrêxistin bûnê geş kir û her çû agir lê zêde kir.
Di vê pêvajoyê de aqilek stratejik û kûr rê li derîyê çareserîyê girt û derîyê gilî û gazinan heta dawî vekir. Ew pêvajo her çû ji rastîya civatê dûr ket. Tovê bêberpirsîyarîyê, bê ûsûlîyê û nexweşîyên dêrûnî geş kir. Rewş her çû ber bi xirabiyê ve herikî. Kesayetên nexweş bi sîya xwe re şer kirin. Dagirkerên xwe, neyarên xwe, sebeb û mesûlên hemû xirabîyan ku sistema dagirkerîyê ye ji bîrve kirin û vegerîyan ser taxa xwe. Şûr û mertalên xwe kişandin û weke Don Qîşot êrîşê aşê xewn û xeyalên xwe kirin. Bi peyayên li ber “türkü bar”an sitêrkên ezmanan lerizandin. Li ber dengê tîr û kewanê reqisîn!
Hinek jê berê xwe dan xerîbîyê, çûn lê ji bîrve kirin vegerin(!) Ew çûyin bû çûyina dilşewatê(!) Bi sond û qesemên bêfetva ji xwe re kon û kiras peyder kirin ku cardin venegerin…
Hinek jê bûn xwedî maaş û gotin em karmendê dewletê ne, ji me dûr bisekinin(!) Hinek jê bûn karsaz, tozbaz û di heman deman de fiyaqe-racon birîn!!! Gotin ticaret, sîyaset û desthilatdarî bê me nabe,
Hinek jê gotin erd û ezman ji me tê pirsîn, ji dema qalûbelayê vir de em mesûlin, çênabe hûn bê me tevbigerin, bipeyivin, an xwe îfade bikî /bikin.
Hinek jê rabûn ji rewşa heyî ji xwe re wezîfe derxistin û gotin: “Çewa bê me qirûcir çêdibe, em destûr nadin!” Weke “badîgardên” awir tirş li ber derîyê hêvîşikestîyê dest bi qêrîn û fîgan kirin. Mirov ecêbmayî dimîne, gelo kê pê li lingê wan kirîye?
Hevalno,
Xuşk û birano
Hemwelatî û niştimanperwerno,
Em ne dijminên hevin, em ne neyarên hevin, em ne kole û dîlên hevin….
Neyarên me dagirkerên hovin! Em hemû dizanin dijminê me xwedi çand û dîrokek gemarî, xwedî sîyasetek qirêj, fen û fûtin..
Bêbavên bê esil û bê fesilin.
Me pê li lingê hev nekirîye û cîh li hev teng nekirîye! Derdê me, problema me, sebeb û sedemên tevgera me rewşa welatê me ye. Em hemû bi nêrîn û şêweyên cûda dixwazin li dijî desthilatdariya sîstema dagirkeriyê têbikoşin.
Em hemû baş dizanin li welatên bindest rîya çareserîyê bi çîrok û gazinan peyder nabe. Pêwistî bi rêxistbûnek ku li ser nîrxên neteweperwerîyê tevbigere heye. Di heman deman de lêgerîn, hewldan û xebatên ji bo rêxistinbûnê, hêzbûnê domkirîye. Rêxistin ava bûne, perçe bûne, pelişîne, têkçûne, zirar û ziyanên giran dane bingeha xwe. Ev rastîya hanê li ber çawane û tu kes nikare dijberî vê rastîyê raweste!
Ew kesen ku bi qasî misqalek hest û bîrûbaweriyên niştimanperwerî pê re hebin divê ji bo têkoşîna netewî di nav hewldan û rêgehên çareserîyê de bi meşe, an rêyek nû bibîne an ji rêyek nû vebike!
Li gorî şert û mercên demê hemû şêweyên xebat û têkoşînê, hemû rê û rêbazên têkoşînê meşrûye. Eger arnanca me ya stratejîk serxwebûn û dewletbûn be, pêwiste em bi hişmendîyek netewî tevbigerin, li gorî derfetên xwe rojekî zûtirîn civata xwe bi hêz bikin û li dijî dagirkeran mafê xwe yên netewî bi dest bixin. Dagirkerên hov ji welatê xwe bi qewirînin… Çare hêz û qewete, rêxistinbûn û pejirandina berjewendîyên netewî ye!
Têkoşîna netewî bi beşdarbûna hemû beşên civata bi ser dikeve. Ji ber vê yekê hemû parti, rêxistin, kom û beşên civatê li ser bingeha berjewedîyên netewî divê rê û rêbazên têkoşînê peyder bikin yekîtî û hevkarîyên xwe geş bikin. Îttîfaq û yekîtîyên stratejîk pêk bînin, ev ji bo her kesi erkê niştîmanî ye.
Erdnegarîya Kurdistanê têra xwe fireh û mezine, civata Kurd bi hejmar û dînamîzma xwe xwedî derfet û îmkanên mezine! Ger hûn bi xwe bawerin keremkin qada lîstikê li benda we ye. Eger hûn civatê bi rêxistin bikin û bikevin bin bar, bawer bikin emê piştgirîya we bikin. Li gel we berjewedîyên netewî biparêzin. Qet xwe acis nekin, hêrs nebin, bi sîya xwe re şer nekin! Eger hûn ji dil û can xwedî hêzekî çalakin zû tevbigerin û barê me sivik bikin…
Bi taybetî ew kesên tu carî di nav xebatên rêxistinî de cîh negirtine û îro li ser tora civakî weke “şêrên pîr” radigihêjin kevirên giran bila xwe zêde ne êşînin.. Çîya û deşt bi qasî bihostekî nêzîkî wan e. Tu kesî dest û lingê wan girênedaye, cîh li wan teng nekirîye. Kevir, lat,zinar,dar,hijik û hemû alavên pefçûnê li benda we ye, de zûtirîn rabin dîlanê….
Ev çil sal zêdetire “şerekî lihevkirî” li seranserê bakûrê Kurdistanê didome. Hemû enerjî û dînamîzma civata Kurdistanê di gêrînoka wî şerê lihevkirî de fetisandin, pûç kirin û ji bo proja tirkîyêbûnê tovê bêhêvîtîyê di kûraya xendekan de reşandin. Ji bo rê li ber sîyaseta entegrasyonê bê girtin û daxwazên netewî di civatê de desthilatdar bibe pêwistiya gelê me bi xebatên hevkarîyê, yekrêzîyê û avakirina aqilek stratejîk ya Kurdî heye. Divê her niştimanperwer piştgirîya wan xebatan bike, tê de cîh bigire, xeta netewî bi hêz bike.
Tüm ifadeler:
53Xuşeng Basne, Cengiz Acar ve 51 diğer kişi


