CivakRojev

Yekxistina hêzên pêşmerge berdewame!

Hêzên piştîvaniya 1 û 2 jî dikevin ser wezareta pêşmerge.

Berpirsê giştî yê karûbarê melakatên (amar) hêzên piştîvaniya 1 û 2 ragihand ku di demeke nêz de di çarçoveya prosesa yek xistina hêzên pêşmerge de vê her du hêzên han jî bikevin ser wezareta pêşmerge.

Li gor daxuyaniyê, karûbarên amarê yên taybet bi yekxistina wan hêzên di nava wezareta pêşmerge de ş çawetiya şemaya cîh girtina wan hêzan di nava wezareta pêşmerge de bi dawî bûye tenê maye wezaret îmze li ser bike.

Di beşeke din ya daxuaniya han de hatiye diyarkirin ku hevpeymaniya cîhanî jî piştîvaniya pêngavên yekxistina hêzên pêşmerge dike.

Ji bo avakirina hêzek yekgirtî ya pêşmerge di girêdayê Wezereta Pêşmerge daxwazîya hemû Kurdistaniya ye. Gelek cara di vê derbarê de gazind û rexne ji hukumeta herêma Kurdistanê hatine kirin. Lê tê zanin ku eve demek dirêje yanî ji berî şerê DAÎŞê ev pirs di rojevê de bû. Hinek gav hatin avêtin jî. Lê heta wek îro ev prose temam nebûye.

Niha roj bi roj di vê derbarê de gavên gelek erênî têne avêtin. Bi yekrêziya hêzên pêşmerge , hezek çekdariya niştimanî ya Kurdistanê ava dibe..

Back to top button