Yekrêziya hêzan Kurdistanê dê çi bide me???

Li bakurê Kurdistanê siyaset qirêj kirine û piraniya karên partiyên siyasî bûye li ser asasê berjewendiya partiyan têne meşandinê.
Bûbê Eser
Em weke miletê kurd ji perçebûna welatê û heta niha êş û ne azadiya welatê me ji ber ku
yek rêzî di nava partî û rêxistinên Kurdisanê de pêk nehatiye. Helbet ne ev tenê ye. Lê
sedema herî girîng ev e.
Miletên cîhanê ji ber yekrêziya xwe bûne xwedî dewleta xwe jî. Ji berk u dema di nava hêz
û partiyên welatekî de çi demê yekrêzî pêk bê ew milet dibe xwedî dewleta xwe.
Heger em bi çavekî erêînê rewşa Kurdistanê û bi taybetê ya bakurê kurdistanê şirove bikin
em ê bibînin ku hemî êş û azara gelê kurd ji ber ne yekbûna wî pêk hatiye û tê.
Heger ne ji wê eniya bi serpereştiya nemir Îdrîs Barzanê, weke eniya neteweyî nehtiba
damezirandin di bû ku îro em li başûrê Kurdistanê ne xwediyê xwe û vê hebûna niha bana.
Hezar mixabin ku piştî azadiya başûrê kurdistanê dîsa nakokiyên nava wan geş bû. Heta
şerê xwekujiyê destpêkir heta ku Serok Mesud Barzanî ew heram kir, êdî şerê xwekujiyê
nema. Lê yekrêzî jî pêk nehat.
Baweriya min ew e, heger li başûrê Kurdistanê piştî azadiya wir, hevrêzî hatiba pêk anîna
dibû ku em îro xwedî dewleteke serbixwe bana.
Dîroka kurdistanê ev yeka rê me daye ku qelsiya me, ne azadiya me, bê dewletbûna me
hemî ji ber di nava kurdan de yek rêzî tune ye.
Ez weha bawrim, êdî dema yekrêziya kurdan jî hatiye û derbas jî bûye. Lê destpêka vê li
rojhilata Kurdistanê bi yekrêziya herdu hêzbin gewre di jiyana kurdan de bêvajoyeke nû
dest pê kir û kirî ye.
Ez kêfxweş û dilxweşim ku piştî sed salan jî ev ê destpêkiribe tiştekî baş û di
berjewendiya hemî kurdan de ye.
Çi dema li perçê azad, li baçûrê Kurdistanê yekrêziya PDK û YNK bibe ev li vir pêvejoyeke
nû veke ku hemî hêz, partî, dezgeh û gelek saziyên din jî wê yekrêziya xwe pêk bînin.
Pêkanîna yek rêziyê wê ji me kurdan re dewleteke serbixwe bîne.
Helbet dil dixwaze li bakurê kurdistanê ango li perçê mezin jî yek rêzî pêk bê. Lê baweriya
min ew e ku ev ji bakurê Kurdisanê hê dûr e. Ji ber partiyên me yên vir ji berjewendiya
welatê xwe bêtir ya partiyên xwe diparêzin. Xwedî li serokên xwe derketandin Kurdistanê
li pêşiya xwedî li Kurdistanê derketandinê de ye. Li bakurê Kurdistanê siyaset qirêj kirine û
piraniya karên partiyên siyasî bûye li ser asasê berjewendiya partiyan têne meşandinê.
Ji ber vê ye ku îro hêviya hemî kurdan di hebûna başûrê Kurdistanê ye.