Yekîtiya Dagîrkeran: Dijberiya Kurdistanê!
Cemal BATUN Dijberiya Kurdistanê , dijberiya maf, wekhevî û azadiya Kurd – herdem bûye û hîn jî di ajendaya yekem a dagîrkerên Kurdistanê de ye. Her çend taqeta navendên Bexda û Şam di roja me ya îro de bi ser yekîtiya xaka xwe bi xwe jî nema be, navendên Tehran û Enqere her çend di hemû pirsan de di dijberiyê de ne, tenê di dijberiya Kurdistanê – maf, azadî û dewletbûna Kurdistanê de, xwedî yekhelwêst in û vê yekê di her fersendê de jî tînin ziman. Di seredana Serokwezîrê Tirkiye Ahmed Davudoglu ji bo paytexta Komara Islamî Iranê de: ev helwêsta dijberiya Kurdistanê bû egera diyarkirina yekhêlwestiya Bexda û Enqereyê. Di konferansa çapemenî ya Serokkomarê Iranê Ruhanî û Serokwezirê Tirkiyeyê Davutoglu de hate ziman ku: her du dewlet di pirsa Suriye û yekxakiya vê dewletê de xwedî yek helwêst in. Cîhê gumanek mezin e ku Tehran û Enqere di pirsa Suriye de xwedî yekhêlwêst bin. Di zanîna tevayiya cîhanê de ye bê çawa her du dewlet di aliyên dijber di rewşa Suriye de tevdigerin. Iran di xeta şiiyet û Tirkiye di xeta sunniyetê de bûn wêrankarên xak û gelên Suriyeyê. Tirkiye yek ji mezintirîn hevkar û piştgirê hêzên radikal ên sunnî û Iran jî yek ji mezintirîn piştgîrên rejima Şamê ye(!) Vêca çawa berpirsên yekem ên Enqere û Tehranê dibêjin ku: di pirsa Suriye de xwedî yekhelwêst in(!) Ev derewa dagîrkerên Kurdistanê ye.Lê, herweha gelek rast e jî ku: her du dewlet bi hemû imkan û tuwanayên xwe dijberê bidestxistina maf û azadî ya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ne. Bi taybet jî diyar e ku di ajendaya mêza her du dewletan de dijberiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê heye. Di her platform û îmkanan de, her du dewletên dagîrker xewl bidin ku pêşiya azadiya Kurdistanê ji derve û ji hundire ve (bi destên hevgîrên xwe di nav tevgera Kurd de) têk bibin. Ev stratejiya dewletên dagîrker, bi hêz: bi xwederketina azadiya Kurdistanê dikare were pûç kirin. Tevgera Kurd, welatparêziya Kurd divê dest û mil bide hest û hewl a Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî: ji bo ragihandina Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê. Ev mezintirîn erk a xeta Kurdewer, Kurdistanî û welatparêz a Kurd e. Fersendek dîrokî hatiye ber Kurdistanê, bi gelgeleyên navxweyî ev fersend a zêrîn divê neyête hebakirin. Dîrok dê xêrnexwaz û xerabkarên pêşiya azadî/serxwebûna Kurdistanê efû neke/jibîr neke. Dagîrker bi hemû pirsgîrekên xwe jî, dikarin tenê di dijberiya Kurdistanê de bibin yek û hevkar. Em bi yekdengî û yekhelwêstiya xwe: di hesta Serxwebûna Kurdistanê de, dikarin planên dijminan jî têkbibin û bibin avakarê hêviyên neteweyê xwe jî….Stockholm, 07 Adar 2016 ________________________________