PDK û YNK li ser xalên bingehgîn li hevkirin

Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Selahedînê bi Serokatiya Serok Barzanî civiyan û herdu aliyan li ser çendîn xalên serekî jibo çaresr û daxwazên gelê Kurdsitanê û parastina ezmûna Herêma Kurdistanê kok bûn, tevî çend nerînên cuda jî lê belê tekezî li ser hevpeymanî û hemahingiya di navbera herdu aliyan de û di navbera wan û partiyên din de hate kirin. Daxûyaniya herdu partiyan di derbarê encama civînê de: Roja Yekşemê 6 Adarê 20106 Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) civiyan. Di civînê de herdu aliyan pîrozbahiyek gerim arasteyî gelê Kurdistanê, Pêşmergeyên qehreman û malbatên şehîdan kirin bi boneya Raperînamezin a gelê Kurdistanê û bi boneya bîranîn û serkeftinên meha Adarê. Herwiha di vê bîranînê de rêkeftina xiyanetî ya Adara 1975 di navbera Şahê Îran û Sedam Husên de ku planek gelekî tirsnakbû li dijî gelê me şermezar kirin, civînê ew serkeftin û karesetên bi sere milet hatî wek handerekê ji bo parastina ezmûn û destkeftiyên gelê me û tundkirina rûbirûbûna dijminên gelê me bi taybet çekdarên DAIŞê ku dijî jiyan û mirovatiyê ne. Herwiha herdu aliyan pîrozbahî û spas û pêznînên xwe arasteyî Pêşmergeyên Qehreman kirin ku bi dilêrî karîbûn têrorîstên DAIŞê têkşikandin û êrîşên wan pûç bikin, di despêka civînê de beşdarbûnên civînê rêz û hurmet jibo giyanên şehîdên şerê li dijî terorê û şehîdên riya azadiya Kurdistanê kirin. Civînê ronî da ser qeyranên niha yên Herêma Kurdistanê, di serî de qeyrana siyasî û çareser kirina qeyrana siyasî ya Herêma Kurdsitanê wek bingehêçareser kirina qeyranên ewlekarî, abûrî û îdarî zanîn. Di civînê de herdu alî li ser çendîn xalên serekî ji bo çaresr û daxwazên gelê Kurdsitanê û parastina ezmûna Herêma Kurdistanê kok bûn, tevî çendnerînên cuda jî lê belê tekezî li ser hevpeymanî û hemahingiya di navbera herdu aliyan de û di navbera wan û partiyên din de hate kirin, herwiha ji bopêkanîna van xalan behsa bernameyekî piraktîkî hate kirin ji bo asayî kirina rewşa Herêma Kurdistanê û gihştina hemû aliyan bi yek helwêstî û asayîkirina parlemen û başkirina asta karên Hikûmeta Herêma Kurdsitanê.