Polîtîk

NY, YE, welatên Gruba 7 û Banka Cîhanî alikariya Kurdistanê dikin

Roja dûşem 07.03.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî hevbeşa Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Ewrupa û welatên Grûba 7(Heft) û Banka Cîhanî civiya ku ji Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraq, Stuart Jones Balyozê Amerîka, Frank Beyker Balyozê Brîtanya, Somîo Yuway Balyozê Japon, Patrîk Sîmont Serokê Şanda Yekîtiya Ewrupa li Iraq, Robert Bîsêt Birêveberê Karubarê Balyozxaneya Kanada, Mîlan Sîmandil Cîgirê Birêveberê Balyozxaneya Almanya li Iraq û Patrîk Mura Cîgirê Balyozê Îtalya li Iraqê û Alan Gîbxat Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr û Robert Cewd Birêveberê Banka Cîhanî ya Iraqê pêkhatibû.Li kombûnê da ku bi mebesta nirxandina hewlên navdewletiyên ji bo yarmetîdana Herêma Kurdistanê ya derbasbûna ji qeyrana darayî û şerê Da’îş û çaksaziyê hate encamdan, Nûnerê Taybetî yê Sekretrê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ku Serokayetiya şandê dikir wê yekê bi Serok Barzanî ragihandin ku civaka navdewletî pêzanînên xwe ji bo qurbanîdan û hewldanên Herêma Kurdistanê ya ji bo şerkirina li gel terorîstan û mîhvandarîkirina hejmarekî zêdeyê koçberan heye û her wiha agahdarî rewşa dijwara darayî ya Herêma Kurdistanê ne û bi girîngiyê ve behsa projeya çaksaziya Serok Barzanî kir û ragihand ku civaka navdewletî amadehiya yarmetîdana Herêma Kurdistanê li babeta çaksazî û derbaskirina qeyrana darayî ye.Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û wê serdanê wekî piştgîriyekî rûn ji bo gelê Kurdistanê li qelem da û li gotarek da ronahî xiste ser hewl û qurbanîdanên gelê Kurdistanê ya li şerê Da’îş û her wiha hewandina sedan hezar koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û tekez li wê yekê kir ku her çende li qeyranekî dijwar ya darayî dene lê belê Pêşmerge erkê xwe yê nîştîmanî gelek bi başî li şerkirinê da bi cîh gihandiye û rûbirûbûna teror û yarmetîdana koçberan jî erkêke li ser milê hemû aliyekî nav civaka cîhanî. Serok Barzanî eve jî xisterû ku li ruyê darayiyê ve hîç aliyek li şerê Da’îş û ji bo yarmetîdana koçberan hevkariya Kurdistanî nekir û dabezîna nirxa neft jî qeyrana darayî û rewşa Herêma Kurdistanê girantir kir. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî û welatên Grûba Heft û Yekîtiya Ewrupa kir ku yarmetiya Kurdistanê ya li şer û hevkarîkirina koçberan de û her wiha bi cîhkirina çaksaziya bingehîna aborî û kargêriyê de bidin. Di derbarê proseya çaksazî û çareserkirina giriftên siyasiyên Herêma Kurdistanê Serok Barzanî wê yekê bi şanda mîhvanan ragihand ku sûrin li ser çaksaziyê û bi hemû şiyanek ve hewl dide proseya çaksaziyê li ser bigrê û li ser rêya çaksaziyê kesek jî nabê asteng û li gel aliyên siyasiyan jî berdewam dibin bo ku qeyrana siyasiya Herêma Kurdistanê jî bê çareser kirin.Li beşekî dinê civînê de beşdarbûyên kombûnê pirsiyar û têbîniyên xwe yên di derbarê şerê Da’îş û qeyrana darayî û koçberan û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û proseya siyasiya Herêma Kurdistanê pêşkêşî Serok Barzanî kirin û pêzanînên xwe bi eşkere Serok Barzanî re ragihandin û pêdagiriya serxistina çaksazî û dijayetîkirina terorê û çareser kirina qeyrana siyasiya Herêma Kurdistanê hebû û ragihandin ku siyaseta Serok Barzanî handerê civaka navdewletiye bo ku bi hêviyê ve temaşa Herêma Kurdistanê bikin û amadehiya xwe jî ji bo yarmetîdana Kurdistanê li derbaskirina qeyrana darayî û her wiha serxistina proseya çaksaziyê nîşandan.Hêjayî gotinêye her li vê kombûnê da Birêveberê Banka Cîhanî ya Iraqê Serok Barzanî ji hewlên Banka Cîhanî ya yarmetîdana Herêma Kurdistan û Iraqê agahdar kir.

Back to top button