Polîtîk

Barzanî: 8ê Adarê û jina kurd

Serokê Kurdistanê Mesud barzanî bi minasebeta 8ê Adarê roja jina daxûyaniyek ragihand . Barzanî dibêje:Ewê jinên Kurdistanê ji bo gelê xwe kiriye li dîrokê da wêneya wê kême. Ew piştevanê şoreşê bûn, koçberî û derbederiyê dîtine û tehmula qeyran û karesatan kirin û beşdarî hemû kiyanên jiyana civakî û her wiha şerê bergirîkirina nîştîmanî jî bûn û li şerê terorîstên Da’îş da keçên Kurd qehremaniyê tomar kirin. Bi navê xwedayê mezin û dilovanBi helkefta 8 ê Adarê ya roja cîhanî ya jinan germtirîn pîrozbahiyê li jinên Kurdistanê û hemû cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li dayikên şehîd û jin û keçên şehîdên serbilind dikim barekî giran ya ji destdana azîzên xwe li ser milên wane û hêviya sebir û aramî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.Afret û jin rolekî bi bandor û yek alîker li civatê da heye. Beşa zêdeyê êş û azar û berxwedan û têkoşîna gelê me li ber jinan dikevê û cihê destê wan ya li palpiştîkirina şoreş û Pêşmerge û perwerdekirina zarokên qehreman û tehemulkirina êş û azarên wan yê koçberî û xebata medenî û siyasî da diyare. Jin li dirustkirina dîrok û destkeftên gelê me de beşdarin û eve rastiyeke û divê em hemû şanaziyê pêve bikîn.Ewê jinên Kurdistanê ji bo gelê xwe kiriye li dîrokê da wêneya wê kême. Ew piştevanê şoreşê bûn, koçberî û derbederiyê dîtine û tehmula qeyran û karesatan kirin û beşdarî hemû kiyanên jiyana civakî û her wiha şerê bergirîkirina nîştîmanî jî bûn û li şerê terorîstên Da’îş da keçên Kurd qehremaniyê tomar kirin. Li gel ewe jî hê jî gîrêya cûdakarî û tundutîjiya derûnî û cesteyî û mafên wan binpêdikin. Erkê ser milê hemû take kesekî me ye û hemû saziyên medenî û hikûmiyan rêz li qed û têkoşîna jinan û mafên wan bigrîn û kar ji bo ewe bê kirin ku jin bi bextewerî rola xwe li civaka medenî û siyasî û li jiyana civakî da bi bêyî hîç berbestek bibînin û tundutîjiyê bi hemû cûreyên xwe ve li dijî jinan nemîne.Li vê helkeftê de hêviya serfîrazî û bexteweriyê ji bo jinên Kurdistanê dixwazim.Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê

Back to top button