Lê ecêba kesanedî ev e ku di rastî û pratîka xwe de yek ji wan jî ne yekîtîxwaz e. Yekîtî ji bo wan tenê ji qirikê û bi jor de ye.

Nûrî Çelîk

Yekîtî bû wek çîroka Ristemê Zal

Nûrî Çelîk

Ji ber ku berê televizyon tunebûn û radio jî pir kêm bûn, civat û şevbuhêrk li odên gunda digeriyan. Heryekî tiştek digot. Ê stran distran, ê serpêhatîyên xwe digotin, ê henek dikirin, ê çîrok û çîvanok digotin, û bi vî awayî şevbuhêrkên xwe derbas dikirin. Civat û şevbuhêrkên gund ji gundîyan re hem şano bûn, hem sîneme bûn û hem jî meydana axavtin û nîqaşan bû.

Di wan şevbuhêrkan de rojekê dor tê yekî gundî û ew jî dest bi çîroka Ristemê Zal û qehremanîya wî dike. Rebenê gundî Ristemê Zal ne dîtiye û ne bînaye.  Wî jî çîroka Ristem ji xelkê bihîstiye û helbet ew jî tiştekî li çîrokê zêde dike û çîrok dibe werîs, dirêj dibe û ha dirêj dibe. Wê şevê şevbuhêrka gundîyan bi çîroka Ristemê Zal derbas dibe, lê çîrok xelas nabe û şevtiradin dîsa li dora çîroka Ristemê Zal kom dibin. Çîrok du sê rojan berdewam dike û gundî êdî ji çîrokê û xwedîyê çîrokê ûf dibin, çîrok jî, Ristemê Zal jî li ber çavên wan reş dibe.

 Îcar xuyaye ev jî mesela me û çîroka yekîtîyê ye. Çîroka yekîtîyê jî ji hinekan re bûye wek çîroka Ristemê Zal, dirêj dibe û ha dibe, dibe werîs û naqede.

 Gava ez xeyala xwe didimê û di medya civakî de dişopînim, ez xwezîya xwe bi çîroka Ristemê Zal tînim û bi çîroka yekîtîya partîyên me yên qaşo siyasî naynim. Heger çîroka Ristemê Zal hefteyekê dewam dike, a wan bi salan dewam dike û malmîratê dawî lê nayê. 

Yekîtî û ha yekîtî!

 Piranîya kadro û rêvebirên partîyên me yên Bakurê Kurdistanê yekîtîxwaz in. Tu devê kê vekî behsa yekîtî û pêwistîya yekîtîyê dikin. Tu ji kê re bêjî “ ma partîyek bi serê xwe dikare ji binê vî barî rabe“, ewê bêjin “ na wele, partîyek bi serê xwe nikare tiştekî bike“. Tu ji kê re bêjî “ma bê yekîtîyê em karin biserkevin“, ewê bêjin “ na wele em nikarin“ û pêwistîya yekîtîyê qebûl dikin. Tiştê ecêb, kesekî ku yekîtîyê nexwaze jî tuneye. Herkes ji yê din zêdetir yekîtîxwaz e. Lê ecêba kesanedî ev e ku di rastî û pratîka xwe de yek ji wan jî ne yekîtîxwaz e. Yekîtî ji bo wan tenê ji qirikê û bi jor de ye. 

 Wek min li jor jî got, kadro, rêvebir û serokên hemû partîyên ku xwedêgiravî Kurdistanî ne yekîtîxwaz in. Di meselaye kîtîyê de şûr simbêlê wan nabire û yek ji yê din ne kêmtir e. Û nakokîya ecêb jî çi ye hûn zanin, piranîya evên ku bi germî yekîtîyê dixwazin kadro ne, endamên meclîsê ne, rêvebir û serokên partîyan e.

Ê baş e qurban,  piranîya we kadro, endamên meclîsê, rêvebir û serok in, yanî yên ku biryarê bidin hûn bi xwe ne. Madem wilo ye, kî destê we digre ku hûn yekîtîya xwe pêknaynin? Kî dibêje yekîtîyê çênekin? Heger ev ne fen e, ev çi dar û ben e?

 Li gor min di vê meselê de du sedem hene. Yan yekîtîxwazîya we tenê ji qirikê bi jor de û tenê bi zimên e, yan jî hinek destên tarî naxwazin hûn yekîtîya xwe çêkin û alternatîfek Kurdistanî derxin holê. Heke ne wilo be, naxwe ev çi çîrokên  yekîtîyê ne. Heger ne çîrok bin û birastî jî hûn yekîtîxwaz û kezebşewitîyê yekîtîyê ne, çima na û çima hûn nabin yek? 

Hûn jî baş zanin go tu mar û dûvpişk li devê rêya we tunene ku bi we vedin û nehêlin hûn yekîtîyê çêkin. 

Yên yekîtîyê dixwazin hûn in, yên biryarê bidin hûn in, partî hûn in, rêvebir hûn in, yên dibêjin û nakin hûn in. Û…!?

Werhasilî kelam, bav û kalên me ji berê de gotine;

 Ê go dibêje û dike mêr e

Ê go nabêje û dike şêr e

Ê go dibêje û nake…………!

Û hûn sax…

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: