Nivîsar

Yekgitiya Îslamî ji reformxwaziyê ber bi şidetê

 

Piştî bûyerên Badînan Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê rûyê xwe yê bikaranîna şidetê detxist pêş. Endamên Yekgirtuya Îslamî bi awayekî berfireh û aktîv beşdarî di şewitandin û wêrankirina dikanên meyfiroştinê û senterêm mesajê de kir. Herwesa di dema bûyeran de ragehandina Yekgirtuya Îslamî weke ragehandina şer û ragehandina partiyeke îslamiya radîkal teserif kir. Hindek ji çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ku bikaranîna şidetê rûyê rasteqîne yê Yekgirtuya Îslamî ye û piştî Bihara Erebî û serkeftina aliyên îslamî, Yekgirtuya Îslamî rûyê rast desxist û ji pariyeke reformxwaz ber bi partiyeke tundrew û girtî diçe. 

Li dor vê yekê Edula Mehmûd serkirdeyê Partiya Komonîst dibêje ku tu carî Yekgirtuya Îslamî partiyeke nerim û reformxwaz nebûye, û Kurdistanê pêwîstî bi partiyên olî nîne:

Her hizib, rêxistin û grûpeke olî li Kurdistanê hebe di esasê xwe de ew zordarî û şidete li hember civaka Kurdistanê, ji ber ku li Kurdistanê zordarî  û zolma olî nîne û rêxistin û grûpên olî nepêwîst in. Yekgirtuya Îslamî tu carî hêzeke reformxwaz yan nerm nebûye, lê reformxwazî û nermatî taktîka partiyên olî ye heta mezin û berfireh dibin paşî rêya şidetê digirin

Zikrî Mûsa nivîskar û çavdêrê siyasî dibêje ku şideta Yekgirtuya Îslamî ne berhema îro ye, wê pirosesê demek di nav wê de destpêkiriye:

Yekgirtuya Îslamî ji naverasta salên 90î heta nuha di pirosesa siyasî û hilbijartinan de beşdar e, ji hîngê were rêjeya (nisbe) cemawerê wê partiyê di sînoekî diyarkirî de maye û pêşneketiye.  Ji encamê hilbijartinan cudahiyeke wusa nîşan nadin ku Yekgirtu karî be cemawerê xwe zêde bike. Bi a min ev demeke Yekgirtuya Îslamî bikaranîna zimanê şidetê dest pê kiriye.

Bi awayekî giştî wê partiyê nekeriya bi rêya jiyana asayî ya demokartîk xwe geş bike, lewra nuha li alternayvek din digere ku ew jî bikaranîna hindek taktîkên cihê, ragehandineke dijwar û handina cemawer e. Ew dixwazin saykolojiya xelkê di dem û bûyerên cihê de bikar bînin û ji bo rakîşana cemawer bo aliyê xwe metodê zimanê şidetê bikar bînin. Ew wusa hizir dikin ku çend li hemeber desthilatê dijwar û req bin, dê zêdetir razîbûna cemawer misoger bikin û di hilbijartinan de dengên zêdetir bidest bixin.

Çavdêrê siyasî Eta Şêx Hesen di wê baweriyê de ye ku Yekgirtuya Îslamî li ser rêya Hesen Bena diçe, ew hêz di demekê de xwe nerim nîşan dide dema lawaz be:

Yekgirtuya Îslamî dirêjepêdana Îxwan Mislimîn û terefdarên medreseya turndrew a şêx Bena ye. Ew hêzeke siyasiya Kurdistanê ye û 17 buharên temenê xwe derbas kirine. Vê hêzê di dîroka bizava rizgarêxwaza netewî de seng û hebûna xwe nebûye, lê çend saleka piştî bihara azadiyê, di valahiya şerê navxweyî yê dinavbera hêzên mezinên Kurdistanê de, xwe îlan kir. Destpêkê Yekgirtuya Îslamî weke grûpeke xêrxwaz, nerim û reformxwaz xwe da nasîn û di bin perda xêrwaziyê de aydolojiya xwe ya rasteqîne veşet bû. Ev yek jî sîfetê hemû grûpên îslamî ye.

 

Stîvan Şemzînanî/ beşek ji nivîsa kovara Sivîl jimare 5 a roja 01-012012ê 

 

Back to top button