Kultur
Yêkem xêzekovara kurdî “ZIRÎNG“dest bi weşanê dike
Yêkem xêzekovara kurdî “ZIRÎNG“ dest bi weşanê dike.
Kovara “ZIRÎNG“ dê meha Çiriya Pêşînê dest bi weşanê bike û ji 32 rûpelan pêk tê. “ZIRÎNG“ di qada kovargeriya kurdî de yekemîn xêzekovara kurdî ye û dê bi du zaravayên kurdî; kurmancî û zazakî belav bibe. Herwiha karûkatûrên karûkatûrsazan dê di kovarê de cih bigirin. “ZIRÎNG“ li bakurê Kurdistanê derdikeve û edîtorê kovarê Karîkatursaz Dogan Guzel dibêje ew kovareke wisa derdixin ko kurdekî/ê li çayxaneyekî rûniştî, dê bi rihetî karibe rûpelên wê li hev bixe û xwe pê mijûl bike. Kesên ko xêzekovaran naxwînin û tiştên pêkenînî hez nakin jî, dê ji ber xatirê zimanê kurdî, piştgiriya kovarê bikin û wê bikirin.