Civak
Yekem care ku jinek dibe cîgira serok
Rêveberiya Amedsporê ya nû hatî hilbijartin, îro di civîna xwe ya yekemîn de erkên xwe belav kirin. Yekem car rêveberek jin bû Cîgira Serokê Amedsporê.
Di yekemîn civîna rêveberiya nû ya ku îro li warê Amedsporê hat lidarxistin de, dabeşkirina erkan hat kirin. Li Amedspora ku Burç Baysal serokê nûye, ji bo cîgitê serok jinek hate destnîşankirin. Dr.Elif Turan bû Cîgirê Serokê Amedsporê.
Di belavbûna postên reveberiya nû de, Nedîm Şîmşek, Şerîf Ozdel û Cemal Dogurul ji bo berpirsên Şaxa Futbolê hatin hilbijartin. Wek sekreterê giştî jî Faruk Sormaz hat hilbijartin.