Hevpeyvîn

Serok Nêçîrvan Barzanî: Em dest ji îradeya xwe cidî ya ji bo yekxistina Pêşmerge bernadin

Birêz  Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, piştî nîvroya  roja şemiyê 16.11.2024ê li bajarê Silêmaniyê,  beşdarî merasima derçûna çaremîn dewra perwerdeya efserî li Kolêja Leşkerî ya Qelaçolanê bû.

Di merasîmê da ku, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cexfer Şêx Mistefa, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Pêşmerge û hejmarek ji berpirsên leşkerî û sivîl û kesûkar û malbatên derçûyan amade bûn,

Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir:

Derçûyên hêja,

Dê û bav û xizmên hêja yên derçûyan,

Beşdarên hêja..

Roj baş.

Hemû alî bi xêr bên bo merasîma derçûna dewra çaremîn a rahênana efserî li Koleja Leşkerî ya Qelaçolan.

Bi xêrhatina Şenaz Xan xanima yekem a Iraqê dikim ku bi me re beşdarî vê merasimê dibe.

Ji bo me hemûyan cihê  şanazî û keyfxwesî ye ku bi  saya vê saziya pêşkeftî ya leşkerî, em beşdariyê di merasima derçûna gropek nû ya berevanên welat û beşeke giring û sereke ji dahênerên paşeroja geş a Kurdistan û Iraqê da dikîn. Îro rojeke taybet e bo Herêma Kurdistan û Iraqê, ku em berhema hewlên keda mezin ya derçû û mamostayan dibînin.

Ez gelek dilşa me ku (769) xortên welatê me, bi rûtîneke nû, çekdar bi zaniyarî û dîsîplîna leşkerî ji vê kolêja  leşkerî ya jêhatî derçûn. Ya ku ji bo me hemûyan xweştir û serbilindtir e ev e ku 48 ji derçû ku îro derçûne jin in. Niha piştî neh mehan xwendin û perwerdeyê derdiçin û pileya Mulazim werdigirin. Xwîneke nû bi hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de didin. Em di wê baweriyê da ne ku, dema xelkê Kurdistanê van dîmenên nuha bibîne hest bi serbilind dikin.

Ji dil û can germtirîn pîrozbahî û spasiyên xwe pêşkêşî derçûyên hêja û malbatên wan dikim ku, di heyama xwendin û perwerdeyê da piştgirî û cesaret dane wan. Herwiha spasiya xwe ya taybet pêşkêşî mamosta û berpirsên Koleja Serbazî dikim ji bo hewlên wan yên berdewam ji bo amadekirin û perwerdekirina vî nifşê hêvîbexiş û dilsoz bo Kurdistan û Iraqê.

Derçûyên hêja

Xwestek we ya tevlîbûna zanîngeha leşkerî piştî qedandina zanîngehê,  ev nîşana wefadariya we, pêgihîştina rewşenbîrî, hesta kûr a welatparêzî û berpirsiyariya we ya bilind e. We rêyek hêsan nehilbijatiye, belkî rêya dijwar ya rûmet û serbilindiyê hilbijart ku rêya xizmetkirina welat û parastina destkeft û nirxên bilind yên gelê me ye.

Perwerde û paşxaneya we ya akademîk û pisporiya we yA zanistî di jiyana we da sermayek mezin e. Helbet dê hêzên me yên çekdar dewlemendtir bike. Şiyana û jêhatîbûna  we ya ji  rûbirûbûna dijwariyên niha û paşerojê xurtir û zêdetir dike. Ev destpêka werçerxanek girîng e di dîroka Pêşmerge û hêzên çekdar yên Herêma Kurdistanê da.

Bi taybetî û bi şanaziyek mezin beşdarbûna keç û jinên Kurdistanê  di nava refên pêşmerge û hêzên me yên çekdar da di vê rojê da bilind dinirxîn im. Di dîroka têkoşîna gelê me da jinên Kurdistanê îspat kirine ku di avakirina welat û parastina ax û welat da hevkara sereke û bi bandor in. Di vî warî da gelek qurbanî dane ku hêjayî rêz û şanazîyê ne. Hebûna jinan di saziyên leşkerî û ewlekarî da ne tenê nîşana pêşketina civaka me ye, belkî îsbata baweriya me ya kûr bi wekhevî, dadperwerî û hevpariya rasteqîne di cîbicîkirina erkên netewî û karên girîng da ye.

Dîroka Pêşmerge tomareke zêrîn a tijî şanazî ya qehremanî qaremanê û qurbanîdana ji bona Kurdistanê ye. Ji roja damezrandina xwe ve heta îro, Pêşmerge ev hêza birûmet e ku, hertim bûye mertaleke pola ya bihêz ji bo parastina Kurdistanê û destkeftên wê. Di van bi dehan salên borî da ji bo parastina azadî, mafên rewa û rûmeta gelê Kurdistanê têkoşiyane. Karwanek dirêj yê şehîdên serbilind û qehreman pêşkêşî Kurdistanê kirine. Îro jî bi heman ruhê welatparêzî û fedakariyê destkeftiyên demokratîk û destûrî yên gelê me diparêzin, berdwam in û dest jê bernadin. Di vê rojê da em bejna xwe li ber wan şehîdan ditewînin ku, xwîna xwe ji bo parastina Kurdistanê û destkeftiyên wê dane, bîranîna wan her dem zindî dimîne.

Derçûyên hêja

Keç û kur yên ezîz

Derçûna we îro ne dawiya rê ye, lê destpêka qonaxek nû û girîng di jiyana we da ye. Destpêka rêyeke tijî bexşîn, fedekarî û xizmetkirina gel û welat e. Ew zanîn, zansit û ezmûna ku, we di vê kolêja resen da bi dest xistiye ji bo xizmetkirina welat û gelê me meçek û amûrên bi hêz in. Tevlîbûn û peywndîkirina we ya bi saziya leşkerî ra, ji bo parastina ewlekarî, aştî û aramiya welatê me, berpirsiyariyeke mezin a dîrokî û neteweyî dixe ser milê we. Di vê rojê da em serok Mam Celal bi bîr tînin ku, ji sala 1992an ve hizra damezrandina vê kolêja leşkerî ji bo xizmetkirina Kurdistan û welat kir bû.

Me li Herêma Kurdistanê baweriyeke kûr û bihêz heye ku divê Pêşmerge û hêzên me yên çekdar saziyeke serbixwe ya neteweyî û pîşeyî bin. Ji her cure nakokiyên siyasî û hizbî dûr bikevin. Divê ev hêz aîdî gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên cuda yên Kurdistanê bin.

Pêşmerge jî beşeke serekî û girîng a sîstema berevaniya Iraqê ye. Lewma erkê Iraqê ye ku, bi her awayî û di hemû waran piştevaniya Pêşmerge bike û bi hêz bike. Em bi berdewamî û bi cidî kar dikin bo bihêzkirina şiyan û pêşxistina şarezayên Pêşmerge, daku bi baştirîn awayî rûbirûyê hemû kêşe û gefan bibin û wek her car bibin mertalê pola yê parastina Kurdistanê.

Pêşmerge yên qehreman yên Kurdistanê û hêzên me di şerê dijî terorîstan û rêxistina terorîst a DAIŞê da, bi kiryar û xwîna xwe îsbat kirin ku di asta berpirsyariya dîrokî û netewî da ne. Li her derê Kurdistanê xwîna pêşmergeyan têkel bû. Kesî nepirsî ka kîjan kesk e û kîjan zer e. Hemûyan xwîna xwe ji bo xizmeta welat û Kurdistanê kirin qurbanî. Ji qehremanî, profesyonelî, cesaret, qurbanîdan û fedakariya welat ra  mînakeke baş û nedîtî nîşan dan. Di vê qonaxê jî da  ku, hê jî teror û tundrewî gefên rastîn in ê metirsî ne, em tekezî li ser berdewamiya hemahengî û hevkariya navbera Pêşmerge, artêşa Iraqê û Hêzên Hevpeyman dikin.

Her wiha di vê rojê da divê em spasiya Hêzên Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê jî bikin ji bo piştevanîkirin û alîkariya berdewam bo Iraq û Herêma Kurdistanê. Bi taybetî em sipasiya alîkarî û piştevaniya wan dikin di hewlên çaksazî û yekxistina Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ji bo ku bibe hêzeke niştimanî û parêzerên destkeftên Herêma Kurdistanê digel hemû pêkhateyên wê bin.

Rast e di vê qonaxê da û di vê rê da astengî û pirsgirêk li pêşiya proseyê hene, lê tevî her tiştî, raste gav hêdî dimeşin, lê pêşveçûnek baş heye. Em gelê Kurdistanê û dostên xwe yên di hevpeymaniya navdewletî da piştrast dikin ku îradeya me ya cidî heye û heta serkeftin û yekgirtina Pêşmerge dest jê bernadin.

Xwişk û birayên hêja

Pirsgirêk û aloziyên li Rojhilata Navîn ewlekarî û aramiya Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî dixe metirsiyê. Em li Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê dikin ku, divê Iraq ji nakokî û pirsgirêkên herêmî dûr bimîne. Pêwîstiya Iraqê bi aştî, aramî û geşepêdana domdar heye, ne ku bi bêtir kirîz, nakokî û pevçûnên zşdetir.

Piştî dîrokeke bi êş, azar  û wêrankirinê, bi destên şerên yek li pey yê din, êdî Iraq nuha pêwîstî bi aştî û aramiyê heye, daku bikaribin xêrûbêr û dewlemendiya welatê xwe ji bo avadankirin, geşepêdan û pêşxistina hemû beşên jiyanê bikar bînin. Xelkê Îraq û Herêma Kurdistanê, bi hemê hemû deverên xwe ve, zêdetir hêjayî jiyan û xizmetguzariyê ne, ne ku tevlî wê aloziya ku îro li navçeyê heye bibin.

Em dûbare dikin ku, Herêma Kurdistanê dê wek faktora aştiyane li navçeyê bimîne û ji bo parastina aştî û aramî û pêkvejiyana aştiyane ya hemû aliyan dê destê hevkariyê dirêjî hemû aliyan bike.

Tecrubeya me ya bi dehan salan li Herêma Kurdistanê me hîn kirin ku, diyalog, lihevtêgihiştin û danûstandinên berdewam tekane rêya guncaw û rast e ji bo çareserkirina nakokiyan û derbaskirina qeyranan. Em di wê baweriyê da ne ku, bihêzkirina hevkarî û hevahengiya di navbera hemû pêkhateyên Iraqê da garantiyeke rastîn e ji bo avakirina Iraqeke federal a demokratîk ku rêzê li piralî û cudahiyan bigire û maf û azadiyên hemû pêkhateyan biparêze.

Birêzan

Bi berçavgirtina qonaxa siyasî ya hestiyar ya piştî hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê ku, hilbijartineke serkeftî bû û nêzîkî ji sedî 72 ê gelê Kurdistanê beşdarî hilbijartinan bû ku, ev yek jî bi hemû pîvanan serkeftina Kurdistanê bû. Ez daxwazê ji hemê aliyên serkeftî dikim ku, berjewendiyên bala yên welêt di ser hemû  tişta ra deynin û ji bo avakirina hikûmeteke bihêz û bi bandor dest bi diyalogeke cidî, berpirsiyar û avaker bikin. Hikûmetek ku bersivê hêviyên gel bide û bikaribe bi serfirazî rûbirûyî xeter û kêşeyên heyî û paşerojê bibe.

Herwiha tekezî li ser pêwîstî û giringiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser bingeha destûr û rêkeftinên siyasî yên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da dikim. Iraqeke ku bikaribe li hember metirsiyên rewşa aloz a li herêmî bisekine, divê Iraqek a hemû pêkhateyan be bê cudahî. Iraqek ku di warê pratîkê da jî ji bo hemû Iraqiyan be, her kes hest dike ku hem li Herêma Kurdistanê û hem jî li Iraqê di biryardan û birêvebirina siyasî û îdarî ya welat da wek hev in û xwe xwediyê Iraqê bizanin.

Careke din ji dil û can pîrozbahiyê li derçûyan û malbatên wan yên birêz dikim,  bi taybetî spasiya fermande û berpirsên Kolêja Leşkerî ya Qelaçolan û hemû yek bi yek mamosta û rahêneran dikim ji bo xebatên wan yên bi dilsozî û keda wan  ya ji dil û can û ya berdewam di amadekirina vî nifşê welatparêz da ku hêviya Kurdistanê û paşeroja welatê me ne.

Hêvîdar im ku hûn hemû di xizmeta welat û gelê me da serkeftî bin. Ji bo parastina yekrêzî û pêkvejiyanê, pêşxistina çanda xweş a hevduqebûlkirin, pêkvejiyana û toleransê li Kurdistana Iraqê da ku yekane rêya me ya paşrojê ye.

Xwedayê mezin welatê me biparêze.

Silav li ser giyanê şehîdan be.

Silav li we  û rojek xweş ji we ra dixwazim,

gelek spas.

Back to top button