Civak

Yek maça Erebî hezar dolare

Dadgeha bajarê Mekke biryara sizaya hezar dolar li ser zilamek sepand ku xwestibû hevkara xwe ya li cihê kar de maç bike.

Rojnameya Ukaz ya Suudî belav kir ku Dadgeha bajarê Mekke karmendekî hemwelatiyê welatekî Erebî bi hezar dolar siza daye, ji ber ku zilam hewl daye jinekî hevkara xwe ya li cihê kar de maç bike. Her wiha ji ber ku Quranê bi tevahî ji ber nekiriye, ji bo wê yekê sizaya wî ewe ku hezar dolare divê bide wê jinê.

Eşkerebûna vê dosyeyê li ser gileyîkirina wê jinê hat ku li gor gotina wê jinê hewla destdirêjîkirinê li cihê kar de li ser hatiye dayîn û zilam gefa wê yekê kiriye ku eger daxwaza wî razî nebê maaşê wê bibire.

Back to top button