Cîhan

Yasayên nû yên sala 2012 bo swêdiyan

Yasayên nû yên sala 2012

Ji yekê çileya paşîn de çend yasayên nû dest bi derbasbûnê dikin yên ku bêhtirê caran ji alîyê aborî ve li ser me bi bandorin. Di warê sîgorteya dêûbavan de dê rê bo dê û bavî vebe ku bi hevre pereyê dêûbavtîyê di 30 rojan de werbigirin berîya zarok salekê derbas bike.

Çend awayên bacê dê di 2012 bilind bibin. Baca tobakê, wekî pakêteke çixare bi 3 kronî girantir dibe. Baca enerjîyê tên bilind kirin. Benzîn jî bi 15 öre (100 öre dike yek kron) her litrekî girantir dibe û êlêktirîk dê bi örekî her serê sateke kîlovat bilind bibe. Sînorên jêbirînê bo rêya karî ji 9000 ta 10 000 kronî bilind dibe.

Alîkarîya kirê bo kesên teqawidbûyî û malbatên bi hatinîyên kêm bilind dibe. Dê sala bê nexweşketin girantir bibe. Sînorên bo parastina lêçûna bilind di warê lênerînê de ji 900 dibe 1100 kron û bo dermanan ji 1800 dibe 2200 kron di demeke 12 mehî de.

Ji yekê çileya paşîn de, januarî, baca bikarînînê bo seredanên xwaringehan û xizmetên catringê kêm dibe, ji 25 dadikeve 12 %. Hizra vê kêmkirinê ew ku buhayîyên kêmtir saz bike û bêhtir kes bikişîne xwaringehan, ji bilî vê jî bawerî heye ku karên nû di warê xwaringehan de zêde bike.

Gelek şîrove derbarê vê babetê hatine vekirin û dê bo dewlet dê lêçûnek bi 5 milyar kron be. Û diyare sala 2012 saleke baş e bo kirêkirina xanîyan bi destê duya. Jêbirîna bêbac ji 18 000 bilind dibe 21 000 kronî salan e.

Hîna ji yekê çirîya pêşîn de, oktober, yasayeke nû derbarê peyketina nedestûrî dest pê kir û di nîvê heyva çileya pêşîn, december de hikimê yekem li gor vê yasayê hat. Ji 2012 de sîstemeke nû ya ajotina biserxweşî dest pê dike, dişûna ajotnameyê ji kesê serxweş werbirgirin dê sîstema kilîda alkoholê di siyarê de deynin. (Zayele)

 

Back to top button