Kultur

Burkay: Xelata li ser navê Atatirk ne li gorî min e

Kevneserokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ku, berî demekê vegeriya Tirkiyeyê, derbarê xelata Atataurk ya Navnetewî de ku hatiye ragihandin dê wê xelatê bidin wî, got: ew xelatê naxwaze û eger bidinê jî wernagire.

 Roja duşema borî endamê saziya bilind a ziman, çand û dîrokê ya Ataturk, Mumtazer Turkone di daxuyaniyekê de gotibû ku, wê xelata îsal a Atataurk ya Navnetewî bidin Kemal Burkay. Derbarê vê daxuyaniyê de Kemal Burkay bersiva Rûdawê da û got ku, heta niha ji saziyekê dewletê ti agahî û pêşniyar derbarê vê xelatê de negihana destê wî. Burkay da zanîn ku ew ji çapemeniyê bi vê xelatê hesiyaye û got: “Xebereke wisa min jî duh bihîst. Duh li rê bûm. Bi resmî pêşniyarek ne hatiye ji bo min ku cîddî bigrim, li ser bisekinim û ji bo çapemeniyê daxuyaniyekê bidim.“

 Burkay destnîsan kir ku, ti rayedarekî dewletê derbarê xelatê de pê re neaxivîye û jê re pêsniyar nekirine. Burkay wiha got: “Lê disa jî ew xelata hanê li ser navê Atatirk e ne li gorî min e. Ez ne li benda xelateke bi vî awayî me, bixwazin bidin jî ez nagrim.“

 Weke tê zanîn kevneserokê Kongreya Afrikaya Basûr Nelson Mandela jî di sala 1992’ê de bi mebesta ku Tirkiye li dijî kurdan zilmê dike, ev xelat red kiribû.

Back to top button