Polîtîk

Davudoglu bersiva pirsên CHPê dide

Di bersiva pirseke du parlamenterên CHPê de, ka gelo ji bona jinavbirina PKKê li bakurê Îraqê hikûmet çi dike? Ahmed Davudoglu Wezîrê derve yê Tirkiyeyê got:

– Jinavbirina PKKê li bakurê Îraqê ji bo me pirseke gelek giringe. Ji bona hevahengiya li dijî PKKê, peywendiyên me digel hikûmeta merkezî ya Îraqê û desthilata herêma Kurda berdewam in. Ji ber ku PKK zêdetir li deverên jêr kontrola herêma kurdên Îraqê deye, di ware tekoşîna li dijî PKKî zêdetir berprisiyarî dikeve ser milên desthilata herêma kurdan. Li ser vê pirsê me daxwaznameyek pêşkeşî berprisên desthilata herêma kurdan kiriye.

Davudoglu di bersiva pirsên parlamenterên grûpa CHPê de dibêje:

– Berpirsên desthilata herêma kurdan îşaret bi wê yekê kiriye ku ew nikarin kontrola hemû sînoran bikin, ew jî ji hebûna PKKê li wê herêmê dilgiranin. Ew serkirdên desthilatdariya herêma kurdan ku serdana Tirkiyeyê kirine, behsa wê yekê kirine ku, hebûna PKKê li nav axa Îraqê ziyanê digihîne pêwendiyên navbera Tirkiye, Îraq û desthilatdariya herêma Kurdan.

Davudoglu di berdewamiya axavtina xwe de dibêje ku hebûna PKKê zêdetir ziyanê digehîne kurdên Îraqê û Iraqiyan amadebaşiya xwe nîşan da ye ku li dijî PKK hevahengiyê bi Tikriyeyê re bikin.

Parlementerên CHPê Ali Riza Ozturk û Musa Çam bi rêya parlementoyê ev pirs radestî wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu kirîbûn.

Rojevakurd

Back to top button