Polîtîk

Kerkûk pêşeroja têkeliyên tirk û kurdan diyar dike

Rojnamevanê tirk Nur Batur di nivîseke xwe de ku li malpera rojnameya Sabah hatiye weşandin, behsa serdan axwe ya bo Hewlêrê dike û diyar dike ku,Hewlêr gelek bi lezgînî pêş dikeve, kompaniyên tirkî yek li pey ya din ber bi Hewlêr ve diçin û karê berhemaînê dikin,  Barzanî û Talebanî li vê herêmê desthilatdarin û dibe ku li vê herîmê guhertin û pêşhatên nû çê bibin:

Nur Batur dibêje:

– Du sal berê min serdana Hewlêrê kirî bû. Nuha careke din min serdana vî bajarî kir û ew pêşveçûnên berçav ên bajarê Hewlêrê min bi çavên xwe dîtin. Tiştek balkêşe, demeke dirêj Tirkiyeyê ew yek qebûl nedikir Celal Talebanî bibe serokomarê Îraqê û ew yek jî qebûl nedikir Mesûd Barzanî bibe serokê (herêma kurda)

– Lê pişt re pêngav bi pêngav Talebanî û Barzanî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qebûl kirin û têkeliyên wan bi lezgînî pêş ketin. Ev têkelî bûn sedema wê yekê ku berhemhênerên tirk beşdariyê di karê berkanînê de bikin û niha şûntiblên Tirkiyeyê li herêmê diyar in.

Rojnamevanê navborî di berdewamiya nivîsa xwe de behsa xebatên Tirkiyeyê ji bona pêşxistina têkeliyan bi herêma Kurdistanê re û tirk û kurd di pêşerojeke hevbeş bigihîjin hev dike û dinivîse:

– Tirkiye roj bo rojê zêdetir dibe pasewanê kurdan û pêngavên mezin ji bo ku tirk û kurd di pêşerojele hevbeş de bigihîjin hev diavêje. Lê li pêşiya van têkeliyên xurt du giriftarîyên sereke hene.

Yek ji wan hebûna PKKê ye û ya din jî pirsa Kerkûkê ye. Pêşveçûnên herêmî wê yekê nîşan didin ku pirsa PKKê di sala 2012ê de yekalî dibe, lê pirsa Kerkûk hêşta nediyare kengî û çewa dê çareser bibe.

Nur Batur di nivîsa xwe de dinivîse ku kurd dixwazin Kerkûkê kontrol bikin, lê Amerîka û Tirkiye naxwazin kurd Kerkûkê bixin jêr hukimê xwe. Wesa diyare ku pêşeroja têkeliyên navbera tirk û kurdan pirsa Kerkûkê diyar dike.

Rojevakurd

Back to top button