Yaşar Kemal serdana Kurdistanê dike

Serokkomarê Îraqê Celal Talebanî nivîskarê mezin Yaşar Kemal dawetî Hewlerê kir. Dawetname bi rêya nûnerekî ji aliyê serokwezîrê Kurdistanê Berhem Salih ve hatiye şandin.

Ji ber nexweşiya Yaşar Kemal a di pişta wî de wextê serdanê nuha ne diyar e lê Yaşar Kemalî ragihandiye ku ewê bi xwe roja vê serdanê diyar bike.

Yaşar Kemal ê di rojên serdana xwe de li Hewlerê û Silêmaniyê beşdarî civîn û kampanyayên îmzeyên ji bo pirtûkên xwe jî bibe.

Ji aliyê din ve hukumeta Kurdistanê jî dixwaze peykerê Yaşar Kemalî li Hewlerê biçikîne lê Yaşar Kemal li dijî vê derketiye.

Yaşar Kemal di vê serdana xwe de ê bi serokkomar Talebanî û serok û rayadarên Kurdistanê re jî hevdîtinan pêk bîne.

 

 

(Welatperwer)

Nêrînek

  1. Yashar Kemal pîsek, tirsonekek e. Sond xwariye (bi tevî qasho nivîskara Kurd Suzan Samanci) dê bi Kurdî nenivîsîne, neaxive. Kûltûra Kurd bi zimanê Tirkî difiroshin. Mirovê ku eslê xwe înkar bike…\r\n\r\nHûn Bashûrê pirr ecêb in. Kê li Bakur netisht e hûn mezin dikin. Xwedê dizane hûn Tirkan ji me Bakuriyan bêhtir hez dikin. Rojekê dê hûn ê jî fêhm bikin lê dê dereng be.\r\n\r\nMam Celal chima Îsmaîl Beshîkchî venaxwîne, chima vî pîsê han? \r\n\r\nBeshîkchî ji bo Kurdan 17 salan zîndanî ma, hêj jî tê darizandin. Herwiha Beshîkchî ne Kurd e jî.\r\n\r\nYashar Kurd e lê hat xelata dewletê wergirt. Bi dehan ronakbîrên Tirk xelata dewletê vegerandin lê Yashar pejirand.\r\n\r\nBila ew û Îbrahîm Tatlises li we Bashûriyan pîroz be. Nirxa herî bilind pere be, sharezayiya li ser wê mantalîteyê bilind bibe, rojekê tê firotan.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: