Erdogan û başbug hevdîtinek nehînî pêkanîn
Li Tirkiye her sal di meha tebaxê de Şûra Bilinda Leşkerî dicive. Di vê civînê de rutbeyên leşkeran bilind dibin û fermandarîn hêzên çekdarên Tirkiye tên kifşkirin. Isal civîna Şûra Bilinda Leşkerî dê ji yê salên din cuda be. Ji berî civînê biryara girtina 102 kesan di çerçova doza Balyozê de zehmetiyek mezin ji bo Şûra Bilinda Leşkerî pêkanî. Ji ber ku 28 kesên di çerçova doza Balyozê de bêne girtin hêjî li ser karê xwene û piraniya wan dê vê civînê de bilind bibin û bêne cihên girîng. Lê hukumet ji bo biryara girtina wan naxwaze tu rutbeyekî bide wan û wan bilind bike.
Herweha biryar di civîna Şûra Bilinda Leşkerî de piranî têne standin û piraniya endamên vê Şûrayê leşkerin. Tu alî nikare itirazê li biryarê Şûra Bilinda Leşkerî bike. Lê li gora guhertinên pakêta destûrê de hatîn kirin, eger di referandumê de bête erê kirin wê rê li îtiraza biryarên Şûra Bilinda Leşkerî vebe û dê mirov bikaribin li dijê biryara şûrayê serî li dadgehên sivîl bidin.
Di civîna îsal bête kirin de wê serfermandarê hêzên çekdar jî bête guhertin ji ber ku Başbug teqewît dibe. Ji berî civînê sefermandar Başbug ji bo doza Balyozê kete tengasiyekî û ji bo wê jî ji medyayê weşartî serdana Tayîb Erdogan kir û bi hevre hevdîtinek pêk anîn. Dixweyê di vê hevdîtinê de li ser biryarên ku di civîna Şûra Bilinda Leşkerî de bêne standin hatiye xeberdan.