
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê, di weşana zindî ya CNN Turkê de bersiv da pirsên ku jê hatin kirin. Yapicioglu, diyar kir ku muzakereyên bi Tifaqa Gel re dewam dikin û da zanîn ku di vê hilbijartinê de jî wek hilbijartinên 2018an biryar dane ku di nava tifaqê de bin û piştgiriyê bidin Erdogan. Yapicioglu, bal kişand ser niqaşên di derbarê bernameya partiyê de û wiha got: “Çi ye, qaşo HUDA PAR partiyek cudaxwaz e, HUDA PARê xwest dewletek li ser esasên îslamî ava bike, federasyon xwest, otonomî xwest. Helbet ev hemû bi carekê çênabin. 2012 bi bîr bînin. Ji kesên ku bi çekan li çiyê digeriyan re digotin çekên xwe berdin û werin siyasetê bikin. Em dibêjin ku nîqaşkirina van daxwazan divê êdî ne tabû be”.
Serokê Giştî yê HUDA PARê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bila bêyî ku serî li tundiyê bidin vê yekê bibêjin. Kesê ku vê yekê di bernameya partiyê de nîşanî min bide, ezê gavekê paşde bavêjim û lêborînê bixwazim. Yên ku dibêjin ev di bernameya partiyê de hene bila derkevin û lêborînê bixwazin. Ji ber ku xapandin, ji ber ku agahîyên derew belav kirin. Em dibêjin hezar sal berê dema Tirk ji Asyaya Navîn hatin û bi Kurdan ra hatin cem hev, di xala hevpar a Îslamê da hev dîtin. Di hin demên dîrokê de li dijî vê qanûna biratîyê tişt hatin kirin. Vê yekê dîsa nekin. Bila di 100 salîya Komarê de hiqûqa biratîyê ava bibe û bi hev re bimeşin. Ew gelek hewl didin ku me bikin mîna xerîban. Bernameya partiya me li vir e. Em rexneyan pêşwazî dikin. Lê xapandina raya giştî wek ku me negotiye, ne exlaqî û mirovî ye. Ev in yên ku me derxistin dadgehê. Pirsek wisa nîne ku bersivek wiha hebe”.
Yapicioglu bi berdewamî anî zimên û got: “Siyaset tu carî nikare şiddetê bi xwe re bîne. Bi kişandina çekan tu pirsgirêk çareser nabe. Lanet li her cûre terorê bikin. Me jî di bernameya xwe de nivîsand. Tundî û çek bersiva çareserîya pirsgirêka Kurd nade. Yên ku şiddetê wek amûrekê dibînin her tim buxtanan li me dikin. Pirtûka ku ez îmana xwe pê tînim ji min re dibêje “Kî bi qestî mirovekî bi neheqî bikuje, cezayê wî dojeh e. Bi dîtina min, cezayê kuştina mirovekî bi qestî û bi neheqî divê li vê dinyayê îdam be”.