Tawana kîmyabarana Helebçe li ber çavê cîhanê ji aliyê dirindetirîn rejîma serdemê ve hat kirin

Serok Barzanî îro 16.03.2023an bi boneya 35emîn salvegera kîmyabarana Helebceyê li ser Twitterê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Tawana kîmyabarana Helebçeyê li ber çavê cîhanê ji aliyê dirindetirîn rejîma serdemê ve hat kirin. Ev tawan birîneke kûr e li ser bedena gelê me û tu carî nayê jibîrkirin.

Serok Barzanî ragihand jî: “Pêwîst e dewleta Iraqê qerebûya wan zulm û tawanên ku di derheqê Helebce û kurên Kurdistanê de hatine kirin, bide.”

Peyama Serok Barzanî di salvegera kîmyabarana Helebce de:

Tawana kîmyabarana Helebçeyê li ber çavê cîhanê ji aliyê direndetirîn rejîma serdemê ve hat kirin.

Ev tawan birîneke kûr e li ser bedena gelê me û tu carî nayê jibîrkirin.

Pêwîst e dewleta Iraqê qerebûya wan zulm û tawanên ku di derheqê Helebce û kurên Kurdistanê de hatine kirin, bide.

Silav li giyanê şehîdên Helebce û hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: