Civak

“ Yan Tirkî biaxêve yan bêdeng be “

Li bajarê Tirkiye Bursayê di dibisnakî de li ser derîncikan di derbarê zimanê Tirkî de hinek nivîs hatine nivîsandin. Ev nivîsandin wesfê zimanê Tirki didin û di sloganekî de dibêje “yan Tirkî biaxêve yan deng neke“

Sekreterê beşê darayî yê sendikaya Perwerdehiyê (Egitim-Sen) ya şaxê Bursayê Yusuf Ozmen li ser hesabê xwe yê Twitterê behsa van nivîsa kir û da xûyakirin ku ev yek bi gotinekî, Faşîzm e.

Di sloganên li ser derîncikên dibistanê hatî nivîsandin bi vî awayîye:

“Bi Tirkî biaxive, pir biaxive` `

“Yan Tirkî biaxêve yan deng neke“

Ozmen dibêje: Min ev wene li Bursayê li ser derîncikên dibistanekî de girt. Vê yekê anî bîra min ku li Diyarbekirê dema 12 Îlonê de digotan: “Tirkî biaxêve gelekî biaxêve“ Li cihekî ku gelek etniseteyên cuda ku bi hevre dijîn, mirov bêje “yan Tirkî biaxêve yan deng neke“ faşîzm e.

Back to top button