Civak

PAK:Em êrîşa terorî ya li gereka Taksîmê ya Stenbolê rûreş dikin

Di derbarö båyera li Taksima Stanbulê rûdayî, Pakê daxûyaniyek ragihand û vê êrîşa terorist şermezar kir.

PAK di daxûyaniya xwe de dibêje:

Îro ber êvarê(13.11.2022) li Stenbolê, li cadeya Îstîklalê ya gereka Taksîmê, teqîneke bombeyî li dar ketîye.

Li gorî agahdarîyên ku ji raya giştî ra hatine belav kirin, di encama vê teqînê da, 6 kesan jîyana xwe ji dest dane, 53 kes jî birîndar bûne.

Em vê êrîşa terorî rûreş dikin.

Ruhê qurbanîyan şad, cîhê wan biheşt be.

Em sersaxîyê ji malbatên qurbanîyên vê êrîşê ra, şîfaya xêrê ji birîndaran ra dixwazin.

Buroya Çapemenî û Ragehandê ya PAKê

Back to top button