Civak

Li Stanbulê bûyerek terorîstî rû da!

Li Stanbulê caddeya Îstiklalê de bombeyek teqîya û di encama vê teqînê de heta wek vê gavê 6 kesê jiyana xwe ji dest daye û 80 birîndar hene. Ji birîndara jî rewşa 5 kesa gelekî girane .

Cihê ku teqîn lê bûyî li Stanbulê cadeya herî qelebalix e û bi rojana sedê hezaran insan lê çûyin hatine dikin. Di derbarê bûyerê de lêkolîn berdewamin.  Vê sibehê zû wezîrê navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu da xûyakirin ku, kesê bombe cih kirî û teqandî hatiye girtin û lêpirsîn berdewam e. Soylu dibêje ku ihtimalek heye kesê bombe cih kirî ji ji Efrinê (rojavayê Kurdistanê) derbasî Tirkiye bûye û di vê bûyerê de dibeje ku, ihtimala mezin destê PKKê heye.

Bav û keça ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî

Bû guman wek her bûyerekî dê ev buyer jî zelal bibe û destê kî di bûyerê de hebe eşkere dibe. Lê kî ji bo çi û bi çi armancê ev bûyer kiribe, bûyerek terorîstiye û li dijê hemû nirxên mirovatiyê ye. Gelo kesên jiyana xwe ji dest dayî kîne? Insanên  sivîlin, xelkeke bi sedemekî li gel zarokên xwe, ji bo karê xwe yê rojane yan jî bi sedemek din li wê cadeyê digere. Qatil kîye? Qatil teroristin.

Back to top button