Cîhan

“Kurd çi dixwazin?“

Korbendek bi nave “Kurd Çi Dixwazin?” ku ji aliyê KomeleyaDemokrasî û Yekîtiyê û Weqfa Demokrasî û Yekîtiyê ve bi hevparî tê organîzekirin. Korbend li Enqereyê dest pê kir.

“Kurd Çi Dixwazin?” Komxebat li oteleke Enqereyê bi beşdariya gelek siyasetmedar û lêkolîner, nivîskar û akademîsyenan hat lidarxistin.

Lê di rastiya xwe de siyasetmedarek yan jî partiyek siyasî ku bikaribe behsa rastiya pirsgirêka Kurd bike di vê civînê de ne amade ye.

Korbend bi temamî ji aliyê desthilatêve hatiye organize kirin û pirsa Kurd jî dê di çerçoveya ku ji aliyê sistemê ve hatî dizaynkirin de bê behs kirin.

Pirsa ku Kurd çi dixwazin? heta ji aliyê Kurdan ve nebe xwedî bersivek, rastiya daxwaziyên Kurda jê nayên têgihandin.

Back to top button