PSK pêkanîna Tefaqa Kurd/Kurdistanê wek mijarekê stratejik dibine

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, pirsa hilbijartinên Parlementoya Tirkiye û serokkomariyê di rojevê de bi germî tê gotubêj kirin. Ji bo hilbijartina tifaqên cuda têne avakirin.Lê pirsa Kurd di rojevê de gelekî ne diyar e. Ji bo vê yekê me hinek pirs aresteyî serokê giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistanê(PSK) birêz Bayram Bozyel kirin. Me xwest ku em dîtina wan di derbarê hilbijartinan de bizanin.
Pirsên Rojeva Kurd û Bersîvên Bayram Bozyel:
Em wek PSK pêkanîna Tefaqa Kurd/Kurdistanê wek mijarekê stratejik dibinin û vê yekê yek ji garantîya azadîyê dibînên. Nêrina me zelal e, bê Tefaqa Neteweyî em nikarin bigîhîşin azadîyê.
Bayram Bozyel
Rojevakurd: Gelo li gora baweriya we dê encama hilbijartinan çawa be? Dê encama hilbijartina çi bandora xwe li ser pirsgirêka Kurda hebe?
Bayram Bozyel: Ji niha ve meriv nikare derbarê vê mijarê da tiştekî qethî beje. Ji ber ku pêvajoya pêşîya me pêvajoyekê dînamik e û ji guhartinê ra avis e.
Ji ber du sedeman; Yek jê Tirkiye di nav qeyaranekê piralî û kur da ye. Rejîma li Tirkiyê ji her alî ve xitimîye, ji alîyê aborî, siyasî, diplomatik, ehleqî ûwd. Tîrkiye bi vê awayî êdî nayê îdare kirin. Û em zanin ku di bingeha van hemî qeyranan da nesafîkirina pirsa Kurd heye. Nesafîkirina pirsa Kurd ne tenê milettê Kurd mexdur dike, herwisa bûye zencîr û li lingên Tirkiyê lefîye, nahêle bilive, pêşda biçe.
Bi nêrîna me rewşa hanê guhartinê li ser Tirkîyê ferz dike, bi gotinekê din li pêşîya Tirkiyê xeynê guhartinê tu alternatîfekê din tune ye.
Ya diduyan; sîstema hilbijartina serokomarî ya li Tirkiyê girîngîya deng/rayên Kurdan bilind kirîye. Ji bo ku namzedekê serokomarî serkeve divê % 50+1 deng bistîne. Ev tişt jî bê dengê Kurdan nemimkun e. Rewşa heyî da li gor rapirsînan/anketan nîspeta dengê Tefaqa Cumhur û Tefaqa Millet nêzîgên hev in, her yekê dora sedî 40 deng distîne. Ev jî nişan dide ku bê dengê Kurdan yek nikare serkeve.
Ji ber vê yekê jî namzedên heyî mehtacê dengê Kurdan in û jibo vê yekê jî pêwîst e nêzîgê Kurdan bibin, jibo piştgirîya Kurdan bistînên hinek gavan bavêjin, dilê Kurdan xweş bikin.
Em wek PSK difikirin ku, ger em wek terefê Kurdî li ser bernameyekê neteweyî demokratik lihev bikin û li ser vê bernameyê derkevin pêşberê terefê Tirkan, em dê bikaribin zêdetir ji pêvajoya pêşedemê sûd werbigirin û hinek mafên xwe bi wan bidin qebûl kirin.
Bi gotinekê din çawanîya pêvajoya piştê hilbijartinan hinek jî bi helwesta terefê Kurd ve girêdayî ye.
Rojevakurd: Li Tirkiye bi navê ‘’Tifaqa Cumhur’’ û Tifaqa Millet’’ du tifaq hene, HDPê jî li gel hinek partiyên çepên Tirk tifaqek ragihand û herweha di serokatiya HDPê de bi navê ‘’Tifaqa Kurdistan’’ jî tifaqek heye. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Bayram Bozyel: Jibo Tefaqa Cumhur û Tefaqa Miletê tiştekî ku em bejin tuneye, tenê em dikarin bi wan ra têkîlîyê deynin û jibo dayîna mafê Kurdan em zorê bidin wan û hewce bike bi wan ra muzakere bikin. Eynî tişt jibo HDPê jî wisa ye, HDP bi kî/kêra tefak dike ew tercîha wan e.
Tiştê ku me eleqeder Tefaka Kurd an Kurdistanê ye. Tefaqa Kurd/Kurdistanê dikare liser pirensîban, li ser daxwazên neteweyî û demokartîk û bi beşdarîya partîyên xwedî van armancan bê damezirandin, ne li ser sîparîş û li gor hawcedarîyên taktîkên hinek alîyan.
Em wek PSK pêkanîna Tefaqa Kurd/Kurdistanê wek mijarekê stratejik dibinin û vê yekê yek ji garantîya azadîyê dibînên. Nêrina me zelal e, bê Tefaqa Neteweyî em nikarin bigîhîşin azadîyê.
Bi vê armancê ev sê çar sal e ku em dixebitin, bi partîyên Kurdan ra civînan/komxebatan çêdikin, çalakîyan li dardixin. Û di vê rêyê da em gihîştine hinek encaman jî. Niha em wek PSK, PAK û TEVGER wek sê qolî di nav hevkarîyek da ne. Em niha ji aliyek ve hewl didin vê hevkarîya sêqolî qehîmtir û xurttir bikin, ji aliyekê din ve em hewl didin ku bi beşdarîya partîyên din yên Kurdî vê hevkarîyê berfiretir bikin.
Em li du pêkanîna Tefaqeke Kurd/Kurdistanî ne û armanca me ya sereke ev e. Lê herwisa ji bo bidestxistina hinek mafên miletê Kurd em amade ne hinek hevkarîyên demkî jî pêkbînin. Wek PSK, PAK û TEVGER me ji bo daxwazên acîl yên Miletê Kurd çarçovekê amâde kir û ji raya giştî ra parve kir. Her wisa me vê çarçoveyê bi gelek partîyên Kurdî û bi sedan dezge, rêxistin û sendikayên Kurd ra par ve kir û bi wan ra goftûgo kir.
Em dixwazin li ser van daxwazên acîl hevkarîyekê berfirek ava bikin. Daku bikribin wek aliyê Kurd mudaxîlê pêvajoya li pêşîya me bibin û potensîyela guhartinê a li Tirkiyê jibo daxwazên Kurdan bikar bînin.
Rojevakurd: Gelo li gora we HDP nûnertiya Kurda li Tirkiye û bakure Kurdistanê dike?
Bayram Bozyel: Bi nêrîna me HDP qasê ku pêwîst be nûneritiya Kurdan nake û ji xwe ew jî xwe wek partiyekê Kurd pênase nake. Lê jiber ku kitleya wê Kurd e û bi piranî dengê Kurdan distîne, bibe nebe divê mijarê da jî hinek tiştan dibêje.
Rojevakurd: Heta wek vê gavê hun ne di nava Tifaqî de ne û we tu tifaq jî ranegihandiye.Di vê derbarê de hun di nava tevgerekî de ne ? Dîtina we di derbarêTifaqa de çiye?
Bayram Bozyel: Min bersîva vê pirsê di pirsa we ya diduyan da eşkere kir.
Rojevakurd: Hun dikarin li gel HDPê bikevin nava ”Tifaqa Kurdistan” de yan helwesta we çiye?
Bayram Bozyel: Min, helwesteya me ya derbarê Tefaqa Kurdistanê li jor bi zelalî behs kir. Ne mimkun e ku em di tefaqekê wisa da cî bigrin. Tefaqa Kurdistanî bi partiyên Kurdistanî ra dikare pêkwere. Lê em dikarin li ser daxwazên acîl û demokratik yên Kurdan bi HDPê ra bidin bistînên, hevkarîyê bikin û alîkarîyê ji wan bixwazin. Wek nimune, naskirina nasnameya Kurd di qanuna bingehin da, qebulkirina zimanê Kurdî wek zimanê perwerdeyê û zimanê fermî, mafê xwe rêxistinkirin bi navê Kurd û Kurdistanê, cibicîhkirina yasa, norm û peymanên navneteweyî yê ku Tirkîye imze kirîye û wd.
Rojevakurd: Gelo hun platformek Kurdistanî ku li ser bingehê destxistina mafê rewa yê Kurdan wek pêwistiyekî dibînin? Ji bo vê çi pêwiste bê kirin?
Bayram Bozyel: Wek min li jor jî behs kir, ev sê çar sal e ku jibo pêkanîna platform, navend ya jî tefaq, nav çi dibe bila bibe, em din av hewldanekê da ne û em kêfxweş in ku ber bi vê armancê ve em pêşda diçin. Lê tiştên ku divê em bikin hîn gelek in. Armanca me ew e ku em Tefekê Neteweyî/Kurdistanê ya herî berfireh ava bikin û qada sîyasî da em nûnertîya miletê xwe bikin. Ger em Tefaqekê wisa berfireh ava bikin, tu aliyekê Tirk nikare hebûn û daxwzên me piştguh bike yan jî hesabê me neke.
Pêkanîna tefaqekê bi vê awayî îro ji her wextê zêdetir pêwîst e, hewce ye û çarenûsaz e.
12.11.2022
Birayê we Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê
Partîya Sosyalîst a Kurdistan