PDK: Gel çavkaniya desthilatê ye

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de behsa behsa naveroka kongreya xwe ya 14an û pesendkirina çend pirensîp û stratejiyên di warên cuda de kir, ji wan jî karkirina ji bo xurtkirina sîstema parlamenî û demokratîkirina sîstema hikumraniyê, li ser pirensîpa: Gel çavkaniya desthilatê ye.
Deqa daxuyaniya dawiyê ya 14. Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK):
Partiya me di 3, 4, 5 û 6ê Mijdara 2022an de li bajarê Duhokê bi diruşmeya (Azadî, Demokrasî, Dadperwerî) 14emîn kongreya xwe bi beşdariya 1061 endaman lidar xist.
Kongre bi bernameyekê dest bi karên kir û piştî çend xwendina çend ayetên Qurana pîroz, sirûda netewî ya Iraqê û sirûda Ey Reqîb hatin pêşkêşkirin.
Serok Barzanî di destpêka kongreyê de gotarek pêşkêş kir û tê de amaje bi wê yekê kir ku ji ber şerê DAIŞê, parastina yekrêziya xaka Kurdistanê û vîrûsa koronayê kongre hat paşxistin. Her wiha behsa rewşa Herêma Kurdistanê, Îraq, navçe û cîhanê bi giştî kir û bi taybetî di gotara xwe de bal kişand ser du xalan ku cihê şanaziyê ne ku dema ew di postê serokatiya Herêma Kurdistanê de hatin girtin: Yekem; Şanda hêzên Pêşmerge ji bo piştgiriya Kobanê. Ya duyem; Referandûma serxwebûna Kurdistanê bû.
Di beşeke din a gotara xwe de, Serok Barzanî spasiya berxwedana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ku di şerê li dijî DAIŞê bi qehremanane berevanî kirin û xaka Kurdistanê parastin û spasiya berxwedana gelê Kurdistanê û piştevaniya Pêşmerge û saziyên pêwendîdar kir di rûbirûbûna wî şerî de.
Piştre belgefîlmek li ser wan rêhevalên serkirdatiyê yên di navbera kongreya 13. û vê kongreyê de koça dawiyê kirine hate pêşandan û piştre jî Serokatiya Kongreyê hate hilbijartin.
Di rûniştina yekem de; Di kongreyê de bi yekdengî Serok Barzanî careke din wekî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat hilbijartin û bawerî bi cîgirên yekem û duyem ên Serokê Kurdistanê hat dayîn.
Piştre rapora siyasî ya Encûmena Serkirdatiya PDK’ê hate xwendin. Di raporê de bi zelalî sedemên paşxistina kongreyê hatiye ravekirin, tevî ku li jor jî ji aliyê serok ve hatiye gotin, referandum û xiyaneta 16ê Cotmehê û encamên wê, bûne sedema paşxistina kongreyê.
Di raporê de têkildarî parçeyên din ên Kurdistanê jî hate gotin, em piştgiriyê didin daxwazên wan ên rewa, di heman demê de bang li hêzên siyasî yên her sê parçeyên Kurdistanê hate kirin ku têkoşîna xwe sivîl bi pêş bixin. Dawaz ji her sê welatên cîran ên ku sînorên me yên erdnîgarî, kûrahiya dîrokî, têgihîştina dîplomatîk, berjewendiyên hevpar ên aborî, bazirganî, çandî û civakî bi hev re heye, hat xwastin ku bîr li çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd bikin, çareseriyeke ku li herêmê bi giştî bibe sedema aştî, aramî û vejînê.
Li ser asta Iraqê jî, partiya me dê bi rêya Parlamentoya Iraqê û Hikûmeta Federalî kar bike ji bo yasadanîn, aktîvkirin û cîbicîkirina çend yasayên giring û bingehîn ji bo piştevanîkirina sîstema federalî û demokrasiyê li Iraqê ku di Destûra Iraqê de hatiye diyarkirin.