Civak

Haciz hat li ser avahiya şeredariya Diyarbekir

Dadgeha Kontrola Dezgehên Dewletê (Sayiştay) da xûyakirin ku, heciz hatiye ser hemû milkên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir. Heta haciz hatiye li ser avahiya Şeredariya mezin bi xwe jî. Dadgehê raporên şeredariyê û dezgehên girêdayî şeredariyê yên sala 2021 ragihandin.

Di raporê de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku ligel girebestên avahiyên girêdayî şaredariyê ku bi kirê hatine dayîn bi dawî bûne lê bi awayekî ne fermî bikaranîna van avahiyan berdewam e. Herwiha ji bo restorasyona avahiyên girêdayî şaredariyê jî tê gotin ku fon nemaye.

Derbarê erkdarkirinê de jî tê gotin ku du perwerdekar û civaknasek wek karmendên bi girebest hatine erkdarkirin lê li rêveberiya çend şaxan kar dikin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji sala 2016an û heta niha ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin.

Back to top button