Polîtîk

Yan li hevhatin yan serxwebûna ekonomik

Endamekî kurd di Komîteya Darayî ya Encumena Nûnerên Iraqê de dibêje, amadekarî hatine kirin ku şandeke kurdî biçe Bexdayê, da ku nas bike Bexdayê dê bi temamî pêbendî rêkeftina ligel Hewlêrê be, yan jî bila Herêma Kurdistanê rasterast û serbixwe petrola xwe bifroşe. Mesûd Heyderî, Endamê kurd di Komîteya Darayî ya Encumena Nûnerên Iraqê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel aliyên siyasî civiya û daxwaza para xwe ji budceya îsal kirin. Eger ligel Iraqê negihêjin encamekê, Herêma Kurdistanê dê bi serê xwe petrola xwe bifroşe.”Heyderî wiha got: “Di çend rojên borî de biryar hat dan ku çend wezîrekî hikûmeta Kurdistanê pêkve biçin Bexdayê. Cîgirê Serokwezîrê Iraqê, Dr. Roj Nûrî Şawês mijûlî wê yekê ku rê ji wê şandê re xweş bike, lê hêj dema wê nehatiye diyarkirin.”Wî endamê kurd wiha domand: “Em wek Kurd berdewam ligel wê yekê ne û amade ne bo danûstandinê, herwiha em lihev bikin û Herêma Kurdistanê petrola xwe bifroşe û krîzên xwe yên darayî çareser bike.” 

Back to top button