Milîsên Heşdul Şeibî li navçeya Xurmatu ya Kerkûkê kesekî kurd kuştin. Peyamêrê Rûdaw li Kerkûkê ragihand, milîsên şîe yên Heşdul Şeibî gule berdan otomebîlek Opel û di encamê de kesekî kurd ê tê de jiyana xwe ji dest û 4 kesên din jî birîndar bûn. Piştî kuştina welatiyê kurd hêzên asayîşê çûn cihê bûyerê û milîsên şîe yên tevlî bûyerên bûyîn girtin. Li gorî çavkaniyên Hêzên Pêşmerge yên li Eniya Xurmatuyê hêzên Xorasan ên bi ser Heşdul Şeibiyê ve ew welatiyên kurd hat kuştin. Hat zanîn asayişa Hêzên Pêşmerge derbarê bûyerê de 4 milîsên şîe girtin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: