Ya ji bo Kurd û Kurdistanê bi xêr be bila ew serbikeve
Roja yekşembê 16ê Nîsanê ji bo guhertina beşek ji destura bingehin ya Tirkiye referandum çêdibe. Li Tirkiye ev guhertinên çêdibin cureyê rêveberiya dewleta Tirk diguherine. Ji sistema niha li Tirkiye heyî( Tirk dibêjin sistema parlementeriye) tê guhertin sistema serokatiyê li Tirkiye çêdibe. Hêdî serokwezîrî namine û serokê reveberiyê dibe serokkomar bixwe.Herweha rolê parlementoyê tê guhertin û hemû dezgehên dewletê ji nûve têne dizaykirin. Di bingehê xwe de ya giring eve. Sistema reveberiya dewleta Tirk tê guhertin.Tirk û partiyên Tirkiye li gora xwe vê yekê goutubêj dikin û beşek dibêje ERÊ û beşek dibêjê NA.HDP ji aliyê Tirkan ve wek prtiyek kurd tê hesibandin ,lê HDP bi xwe , xwe wek partiyek ya Tirkiye bi nav dike. Ji bo vê jî mirov mecbûre çewe ew xwe bidin nasandin, wan bi wî awayî qebûl bike. Yek bêje navê min Ehmed e, nabê mirov bi israr bêje navê te Eliye.Lê kurd denga didin HDPê. Piraniya rewşebir û nivîskarên tirk, dema behsa HDPê dikin wek nûnerê bi tenê yê kurdaye nirxandina dikin. Gelek cara dema HDP helwestekî didê diyarkirin. Ew beşê ku kurda bi kesayeta HDPê de dibînin, dibêjin, kurda filan helwest danîn. Yani dewsa navê HDPê navê kurda bi kar tînin.Ev beşê rewşenbîr û siyasetmedarên Tirkan vê yekê gelek bi zanebûn dikin û berjewendiya xwe vê de dibînin.Kurd jî wek her civatekî xwedî gelek partiyên siyasîne. Bîr û baweriyên cuda di nava kurda de hene, hemû rengê siyasetê di nav civata kurd de peyda dibe.Kurd hemû dengê xwe nadin partiyekî. Gelek cara di tevahiya Kurdistanê de dengên partiyên ku tirk digrin ji yê kurda gelektirin.Di vê referandumê de, hinek partiyên kurda dibêjin Na, hinek dibêjin Erê û hinek jî dibêjin em naçin ser sendoqa û boykot dikin. Kurd jî wek her civatê dengê xwe gelek awayên cuda bi kar tînin.Di mitînga HDPê ya stanbulê de Ehmet Turk axavtinek kir û got: Li dij derketina vê guhertina desturê ji bo me pirs namusêye.Heta vê gavê jî wek kurdekî HDP û Turk ji bo çi vê pirsê ji bo kurda dikin pirsa namusê (eşkereye ku ne ji bo kurda dikin pirsa namusê) nayê zanin. Ji ber ku HDP ne ji bo Kurdistanê û ji bo pirsa kurd dibêje NA. Sedemê Na ji bo HDPê û HAK-PARê gelek cudane. HAK-PAR pirsa kurd dike sedem û dibêje Na. Mirov bi vê yekê tê digihe.HUDA PAR dibêje Erê. PDK-T hevalên xwe serbest hişt û da xuyakirin bila herkes bi îrada xwe dengê xwe bide. PSK û PAK , Tevgera Ciwanên Kurdistanê boykot dikin. Mirov helwesta van aliyan hemûya tê digihê, ji ber ku pirsa kurd didin pêş.Roja 17 Nîsanê dê nirxandinên cur bi cur bêne kirin. Hêvî dikim cardin kesek kurda di kesayeta xwe de tawanbar neke.Mirov çi bêje? Ya ji bo Kurd û Kurdistanê bi xêr be bila ew serbikeve.13.4.2017Dara Bilek