Nivîsar

Xwepêşandanên Iraqê û rewşa Kurdistanê

Bûyer û xwepêşandanên li Iraqê rûdidin dikare bibe sedemek bingehîn ku hinek guhertinên radikal li Iraqê pêkwerin. Ev guhertin dê ne bi îrade hezekî Iraqî pêkwerin. Bê guman her guhertina li Iraqê pêkwerê dê bandora xwe bi awayekî li rewşa Kurdistanê heta li statûya Kurdistanê jî bike. Ji bo vê yekê jî ev rûdan li Iraqê gelekî girîn û metirsiyarin.

Gelek pisporên siyasî rûdanên Iraqê wek serhildanek gelêrî dinirxînin. Lê di rastiya xwe de muxatabê vê serhildanê kiye nayê zanîn. Hukumeta niha nikare ji bin vî barî derkeve. Ji ber ku problemên îro heyîn ji sala 2003ê heta niha ketine ser hev bûye barek mezin. Raste li Iraqê destûrek heye lê heta niha li gora destûrê gavek jî nehatiye avêtin û her demî destûr hatiye binpêkirin. Destûrek nû tu pirsgirêkê çareser nake , eger desthilatên çêdibin guh nedin destûrê tu hukmê destûrê namîne.

Dema mirov berfireh li rewşa Iraqê dinirxîne çend xalên girînd derdikevîn pêşiyê.
Îran bandora xwe li Iraqê gelek berfireh kiriye û heta radeyekî gelek hêzên Iraqê li gora siyaseta Îranê li vî welatî tevdigerin.

Amerika hewldide bandora Îranê li Iraqê bişkîne, lê siyaseta Amerika dem dema ketiye di xizmeta belavbûna hêza Îranî li Iraqê. Ji bo vê yekê îro gelek zehmete ku Amerika bandora Îranê li vî welatî aloz bike. Hêzek wek hêzên Heşda Şeibî bedilê hêza çekdar a Iraqê ye û di bin bandora Îranê de ye.

Li Iraqê sê hezên bingehîn hene ku siyaset li gora vê tê dîzayn kirin. Şîe, Sune û Kurd hêzên bingehînin û li gora van hersê aliyan tevger têne kirin.Her aliyek ku dixwaze li Iraqê xwedî bandor be hesabê van hersê aliyan dike.

Dema destpêka xwepêşandanan de weneyên generalê Iraqî, Ebdulwahab Sadî dihatan bilind kirin û ew wek bedilê desthilatek nû dihata nîşandan. Sadî generaleke di şerê li dijê DAÎŞê de û azadkirina Musilê de rolek berbiçav leyizt. Herweha kesek li dijê Îranê tê naskirin.

Di vê rewşa niha de jî Îran gelek aktive û rolek esasî dileyze. Kasim Silêmanî di pişt perdê de wek aktorek girîng kulîsên siyasê rêve dibe.

Rewşa Kurda hinekî cuda ye, li Kurdistanê statûyek heye ku, xwedî parlemento, xwedî serok û hukumetekiye. Piraniya cara Kurd li himber Bexdayê siyaetek yekali rêve dibin û hewl didin bi yek dengiyekî li gel Bexdayê pêwendiyan rêve bibin. Kurd nebin li Bexdayê hukumet nikarin bêne avakirin.

Eger Kurd nexwazin destûra nû li Iraqê nayê qebûl kirin. Ji ber ku eger di referanduma erê kirina destûra nû de 3 parêzgeh dengê NA bidin destûr nayê pejirandin. Hewlêr, Silêmanî û Dihok ji bo redkirina destûrê bese.

Lê eger li Iraqê alozî mestir bibin û desthilatî li Iraqê têk here û tevlîhevê zêde bibin , yanî bê istiqrariyek mezin li Iraqê peyda bibe, ev yek bandorek mezin li Kurdistanê dike. Eger kurd nikaribin li gel Bexdayê çareseriyekî peyda bikin û muxatabê Kurda li Bexdayê nemîne, rêyek tenê li pêşiya Kurda dimîne. Ew jî di prosesek weha de ragihandina Konfederaliyekîye. Konfederalî dibe mertalek ji bo Kurdistanê û ji bo destkeftiyên ku heta niha Kurdan destve anîye.

Kurd ji niha ve gavên girîng tavêjin, ji berî hertiştekê bi hewldanên serokê herêma Kurdistanê yekitiyek di nava Kurdan de tê avakirin û li himber Bexayê Kurd dibin yek deng. Serokê herêma Kurdistanê û hukumeta Kurdistanê ji bo çareseriyekî li gel Bexdayê hewldanên hêja dikin û di vê derbarê de gelekî aktîvin.

Lê mixabin li Kurdistanê pirsgirêkek weşartî heye, ew jî heyin û hêzbûna PKKê li deverêye.Heyin û hêzbûna PKKê PKKê her demî wek mayinek ê ye di nava başûrê Kurdistanê de. Ev mayîn dê çewe û kengê bête teqandin nayê zanîn. Di vê mijara zîz de rolê Îranê jî nabê bê pişguhkirin.

Bê guman li ser van babetan hemûyan şiroveyên zanistî û berfireh pêwiste. Lê dema mirov ji rastiya heyî dest afirandina siyasetê û stratejiyan bike, gelek tişt têne guhertin. Siyaseta Reel rê nade ku mirov hisî bifikire.
23.11.2019
Dara Bilek

Back to top button