Polîtîk

Xwepêşandana Tevgerê ji bo bîranîna şehîdên Rojavayê Kurdistanê

 

Ev jî daxuyaniya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ye:

 

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Di dîroka me de rojên reş pir in. Sedema wî jî bêdewletbûna me ye. Heta em nebin dewlet, ewê rojên me yên reş zêde bibin û karê me jî tim bibe bîranîna wan rojan.

Berî yazdeh salan li Qamişlo rejîma BAASê 30 Kurdan bi awayekê hovane qetil kir. Piştî vê qetlîamê li temamê Başûrê Rojavayê Kurdistanê serhildanên gel çêbûn. Milet daketin qadan û bi yek dengî gotin “El şeb yûrîd isqat el nîzam”, yanî “Gel dixwaze rejim hilweşe.”

Îro dîsa qetlîamên li ser Kurdan didomin. Ew giyana têkoşînê ya gel jî hîn berdewam e. Lê divê ev giyana bi gel re heye, di nav pêşengên gel jî çêbibe ku têkoşîn bigihêje encamekê.

Di 2004an de di dema rejima BAASê de bi deh hezaran milet dadiketin qadan û xwepêşandanan dikirin. Tu saziyeke rejimê li cihê xwe nemabû û hemû sembolên rejimê, wek hêykelên Hafiz El Assad û ala Sûrî, hatin şewitandin û xerakirin. Îro ger ev tişt çê nabe sedema wî ne milet e. Divê em sedemên wî baş bizanibin û li gor wî tevbigerin.

Çawa ku di 12ê adara 2004an de qetlîama Kurdan bû sedema serhildanê, divê qetlîamên îro jî bibe sedema têkoşîneke ku bi dewletbûnê encam bibe.

Em careke din eşkere dikin ku ger em wek netewek dixwazin qetlîamên bi hemû rengê li pişt xwe bihêlin, divê em bibin dewlet. Heta em bibin dewlet jî divê berê têkoşîna me ber bi wê ve be.
Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê şehîdên serhildana Qamişlo û hemû şehîdên têkoşîna serxwebûna Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

 

 

Back to top button