Polîtîk

Biratiya bêwekhevîtî û bêmaf

 

 

 Navê ”birati”yê xweş e, kêfa meriv tîne û dilê meriv geş dike. Lê belê biratî divê bi rastî biratî be, ne weke ya van ciwanên Tirk be ku li Diyarbekirê xwepêşandan kirine û afîşekî mezin dane pêşiya xwe, li serê jî bi kurdiyeke xelet nivîsîne: ”Kurd û Tirk Birane” û ”Amerika Neyare”.

Di xwepêşandana Ciwanên Tirk de gelek alayên Tirkiyê hatine hildan, lê alayeke birayên wan ên Kurd tune.

Li ser afîşa wan aliyê çepê wêneyê Ataturk heye, lê wêneyê serokekî birayên wan ên Kurd tune.

Ji wan re pir xweş e biratiya yekalî…

Ji wan re pir lihevhatî ye biratiya bê maf û wekhevîtî…

 Gelo ew seg û pisîkên ku li kuçe û kolanên Diyarbekirê digerin jî, wê ji biratiya bi vî rengî bawer bikin?

 

Rojeva Kurd/Amed

Back to top button