Civak

Xwepêşandana Ciwanên Kurdistanê(Wene)

Doh êvarî demjimêr 18.00 Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji nava bajarê Diyarbekir  bi alayên Kurdistanê bi awayek girsehî ber bi Hotela ku Serokê Kurdistanê lê dimaya ve çûn.

Di bin pankrata Tevgera Ciwanên Kurdistanê de zêdeyî 2000 kes kom bûn û berê xwe dan Hotela Green parkê. Li ber deriyê Hotêlê kom bûn. Lê Polisan nehiş ew gelekî nêzik bibin.

Ciwanan demek dirêj li ber Hotêlê slogan avêtin û xêrhatina serokê Kurdistanê kirin.

Dema Ciwan li ber deriyê otelêbûn serokwezîrê Tirkiy Tayib Erdogan jî li Hotêlê bû. Ciwan demek dirêj li ber otêlê man û pişgiriya xwe ji bo serokê Kurdistanê dan xuyakirin.

Back to top button