Xwepêşandan û kuştin berdewam e
Li Surî doh roja înê cardin bi dehên hezaran xelk daketin meydanan û rejima xwînxwar a Suri protesto kirin. Li himber êrîşên hovane yên rejima Suri xwepêşandan roj bi roj berfirehtir dibin. Doh îna yekem ya meha remezanê li bajarên wek Humus, Derezor,Qamişlo, Şam, Hama û Derea xwepêşandanên girsehî pêkhatin.
Li Hamayê rewş hêjî wek berêye û hêzên ewlehiyê mal bi mal digerin kuştin û girtin berdewam e.Ji aliyêk din hêzên rejimê bi rêya kanalên televizyonên hukumetê daxuyaniyan belav dikin û dibêjin ew hewldidin ku ewlehiya bajarên wek Hamma û Humsê pêkbînin. Ajansa fermî ya Surî Sana radihînê ku, hukumet şerê gurubên çekdar dike û hewldide ku hovitiya xwe li ser sedemekî ava bike.
Li gora agahdariyan xwepêşandanên di roja înê de 15 kes hatine kuştin. Li gora ragihandina berpirsên mafê mirovan li Surî 6 rojên dawî 300 tenê li bajarê Hamayê hatine kuştin.
Di qada navnetewî de jî rewşa Surî aloztir dibe. Piştî daxuyaniya Konseya Ewlehiya NY, wezereta derve ya Amerîka daxuyaniyek ji bo hevwelatiyên xwe belavkir û gote bila çuyin hatina Surî nekin û herweha yên li Surî ne jî bila ji welat derkevin.