CivakPolîtîk

Xwendevanên kurd rê nedan çeteyên şîe

Biryar bû îro hêzên Iraqê di nava Zanîngeha Kerkûkê ahenga serkeftina 16ê Oktober, lidar xistibana, lê xwendekarên Kurd neçûn zanîngehê û rê nedan artêşa Iraqê û milîsên Heşda Şeibî ku ahengekê di nava zanîngehê de lidar bixin.Nûnerê xwendekarên mangirtî yên Kerkûkê Ehmed Semed ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî bûyerên 16ê Oktober ên dagîrkirina Kerkûkê, ev çendîn car e ku milîsên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê dixwazin ahenga serkeftina xwe li nava Zanîngeha Kerkûkê lidar bixin û hejmareke xwendekarên Ereb û Turkman alîkariya wan dikin ji bo lidarxistina ahengê, lê em wek beşek mezin ji xwendekarên Kurd me rêgirî kiriye li wan ku ahengekê lidar bixin ji ber wê roja reş a dagîrkirina Kerkûkê.”Ehmed Semed wiha got: “Duhî artêşa Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî ji bo çavtirsandina xwendekarên Kurd hejmareke tank û hamerên serbazî anîn nava Zanîngeha Kerkûkê, da ku îro ahengê lidar bixin, lê xwendekarên Kurd ên xweragir ji wan tank û hameran netirsiyan û rijdbûn li ser helwêsta xwe.”Semed wiha domand: “Me wek xwendekarên mangirtî ji bo ku pilana hêzên Iraqê ser negire me biryar da ku em neçin zanîngehê û îro hejmareke kêm çûn zanîngehê û ji ber baykotkirina xwendekarên Kurd ew aheng ser negirt.”

Back to top button