Polîtîk

Nêçîrvan Barzani: Bexda ji diyalogê re ne amade ye

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzani piştî vegera xwe ya ji Fransayê, civata wezîran komkir. Piştî civîna wezîran dawî hat, serokwezîr konferansek çapemenî li dar xist.Nêçîrvan Barzanî derbarê serdana xwe ya li gel şanda Herêma Kurdistanê bo Fransayê de diyar kir ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron soz daye, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çi ji destê wan were bikin.Serokê Hukumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzani sereke behsa wn babetan kir:

  • Me pabendiya xwe bi yekîtiya Iraqê û biryara dadgeha federal teqez dikin ku pirsgirêk li gorî destûrê werin çareserkirin.
  • Mixabin ji ber ambargoya Iraqê ya li ser Kurdistanê daniye, me nekarî di ser Bexdayê re biçin Fransayê.
  • Serokê Fransayê got, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çi ji destê wan were bikin.
  • Hîn me ti agahî derbarê pêwendiya telefonî ya navbera Macron û Ebadî wernegirtin.
  • Em bang li hemû rêxistinên navdewletî dikin, ku karesata mezin a Xurmatûyê bibînin.
  • Neteweyên Yekbûyî karesata mezin a li Xurmatoyê weke pêwîst nabîne.
  • Em ji UMANI dixwazin derbarê binpêkirinên yasayî yên li Xurmato hatine kirin, dosyayeke taybetî amade bikin.
  • Hinek kes hene ku hewl didin karesata li Xurmatûyê biçûk nîşan didin.
  • Em hêvî dikin di demeke kurt de têkiliyên me bi Tirkiyeyê re asayî bibin.
  • Têkiliyên me bi Îranê re dewam dikin. Em hêvî dikin deriyên girtî werin vekirin ji ber ev di berjewndiya herdû aliyan de ye.
  • Girtina deriyên sînor ne di berjewendiyê ti aliyekê de ye.
  • Pesnednekirina bûdçeyê bi vî awayî ji pesendkirina wê çêtir e û nebûna bûdceyê ji hemû Iraqê re metirsî ye.
  • Divê Kurdistan di nava mekanîzmaya li navçeyên nakok de be.
  • Niha ti diyalog di navbera bi Bexdayê re tine li gel me gelek caran banga diyalogê kir.
  • Em ji diyalogê re amade ne lê Bexda ne amade ye.
  • Diyarkirina tarîxa hilbijartinên Kurdistanê girêdayî civînên me yên li gel aliyê siyasî ne.
  • Tiştê ku niha Bexda li dijî Herêma Kurdistanê dike, ti têkiliya wê bi referandûmê re tine.
  • Bexda hewl dide statûya Herêma Kurdistanê ji nav bibe.
  • Girtina balafirgehan tenê zirarê digihîne xelkê.
  • Tekane kêşeya me li gel Bexdayê, ne girtina balafirgehan e.
  • Divê Ebadî ha ji berpirsyariyan hebe û bizane ku mueyide zirarê digihînin beşekî ji gelî.
  • Ji birêz Ebadî bipirsin bê çima bi me re dest bi diyalogê nake.

 

Back to top button