Nivîsar

Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim

Îran Xanim bêhtirîn bi klamên xwe yên wek Kula Dilê Min, Delal, Arifo Lawo, Bajo, Emrê Min, Bavê Lalo, Dotmam û Pismam, Filîtê Quto, Gewrê, Lo Şivano tê naskirin. Tê dîtin ku terz, honak û vegotina klaman dişibe dengbêjiya Serhedê. Kivş e ku tesîra Serhedê lê zêde ye.

Occo Mahabad

Parçeya Kurdistanê Rojhilat bi çand, hûner, edebiyat, êl û eşîrên xwe di dîroka me de ciheke taybet digire. Gellek alim, dîroknas, fîlozof, hunermend û nivîskarên wek Baba Tahirê Uryan,  Ebû Henîfe Dînewerî, Ebdurehman Şerefkendî , Baba Merdûxê Rûhanî, Hesen Zîrek, Mamlê, Ebdullahê Beytûşî, Nûr Elî Îlahî, Narî Kekê Hemê, Mamoste Qanî û yên din ji vê axa qedîm hatine cîhanê û  şopa xwe hiştine.

Di civat û cimaetên Kurdan de ji ber astengî û nerazîbûyînan zêde dengbêjên jin derneketine. Îran Xanim gotegot û zextên civatê guhdar nake berê xwe dide dengbêjiyê. Îran Xanim yekemîn dengbêja jin e ku li Rojhilatê Kurdistanê bi zaravayê Kurmancî stranên dengbêjiyê gotiye, berhev kiriye, rêz û hurmeteke bilind dîtiye.

Di zayîna Îran Xanim de mixabin nêrîn û nîqaşên cihêreng hene. Lê bi texmînî di sala 1950 an ji 1951î de li Rojhilatê Kurdistanê li Gundê Înkesûyê ku girêdayî navçeya Bradostê ye hatiye dinê. Navê wî yê rastîn Îran Mucerd e. Lê ew jî wekî gellek hunermendên din di jiyana xwe ya hunerî de nasnavek bi kar aniye. Lewma navê xwe kiriye Îran Xanim.

Îran Xanim ji malbateke feqîr û cotkar e. Jiyana wê ya zarokatî û ciwantiyê bi xebatê ve derbas dibe. Ji bo alîkariya debara malbata xwe di maleke dewlemend de dişixule. Navê bavê wê Ebdurehman ya diya wê jî Peribişan e. Zaroktî û ciwantiya xwe li ba malbata xwe di nava zor û zehmetiyan de derbas dike. 

Piştî zewacê, bi mêrê xwe Seîd re li gundê Somanawa bi cih dibe demekê li wir jiyana xwe dewam dike. Bi desteka mêrê xwe karê dengbêjiyê bi rehetî didomîne. Ji Seîd keçek û du kurên Îran Xanimê çêdibin. Zewaca wê wek zewacên din yên Kurdan e. Gellek salan bi hev re jiyane heta ku Seîd xwestiye hêwiyek bîne bi ser Îran Xanimê. Îran Xanimê zewaca duyemîn ya Seîd qebûl nake zarok û mêrê xwe berdide malbata xwe diterikîne diçe demekê li ba dê û bavê xwe dimîne.

Di sala 1971î de bi destekên Mistefa Elîzade, Hemîd Yusifî, İbrahim Newrozî di Radyoya Ormiyê ya Beşa Kurdî de bi avayekî fermî dest bi dengbêjiyê dike. Di radyoya Ormiyê de tê naskirin û hezkirin. Dengê wê li her deverê Kurdistanê bi xweşbiniyeke mezin tê guhdarkirin û belavkirin. 

Şoreşa Îslamî ya Xumeynî rewşa radyoyê û yên hunermendan diguherîne, rojên zor û zehmet tên. Komara Îslamê mînanî Dewra Şax nêzîkî ziman û hunera Kurdî nasekine. Kurdên wê demê ku dixwastin bi ziman û çanda xwe bi rehetî û azad bijîn zext û zorbatiyên mezin dibînin. Îran Xanim di wan rojan de bi awayeke veşartî kar û hunera dengbêjiyê didomîne. Ji bo çapkirin û belavkirinê çend berhemên xwe bi rêyên qaçax dişîne Bakurê Kurdistanê. Bi vî awayî dengê wê di nava Kurdên Bakur de tê naskirin û belavkirin.

Piştî zewaca Seîd, Îran Xanimê bi Dadaş Nasirî re dizewice û pê re li bajarê Tehranê bi cih dibe, jiyan û malbatake nû ava dike. Di sê salên şûn de bi mêrê xwe re diçe li bajarê Dilmaqanê. Li vî bajarî 15 salan dimîne. Piştî 15 salên zehmet, bi mêrê xwe re dişewirin, biryar didin mala xwe bar dikin li bajarê Ormiyê bi cih dibin. Ji bo debara xwe dikanekê vedikin bi hev re didin xebitandin.

Her çiqas dost, nas, xizm û malbata wê bawer nekin Îran Xanim xwe kuştibe jî lê li gorî rapora nexweşxaneya Wirmê (Ormiyê) ew dengbêja zarxweş, wek kulîlkeke sor hestyar û hêja 10ê Gelawêja 2001ê de xwe darde dike jiyana xwe bi dawî tîne.

Îran Xanim wekî Şikoyê Hesen û Mihemed Omer Osman jiyana xwe bi destê xwe bi dawî tîne û qedera xwe bi destê xwe tayîn dike. Her mirin çîrokek e deng vedide di dîroka Kurdan de. Ya herî girîng ne mirin e piştî mirinê milletê Kurd te ji bîr neke ye. Ger miletek dengbêj û nivîskarên xwe nas nekin, rêz û hurmet nîşan nedin û lê xwedî dernekevin tişta herî kambax, dilşewat û rezîl ew encam e. Mirina rastîn ji bîr kirin e. 

Îran Xanim bêhtirîn bi klamên xwe yên wek Kula Dilê Min, Delal, Arifo Lawo, Bajo, Emrê Min, Bavê Lalo, Dotmam û Pismam, Filîtê Quto, Gewrê, Lo Şivano tê naskirin. Tê dîtin ku terz, honak û vegotina klaman dişibe dengbêjiya Serhedê. Kivş e ku tesîra Serhedê lê zêde ye.

Rojhilat wekî kaniyekê ava dengbêjiyê diherikîne axa xwe. Eşkere ye ew ê hertim biherike da ku ji bo nifşên me yên nû bibe dewlemendiyeke mezin û jiyanî.Qewlê Dengbêj Hecî Evdilkerîm klam tovekê ye di rih û canê dengbêj de cot dibe. Divê tov were avêtin erd were cotkirin.

Back to top button