Xwefiroşên Kurd li Bexda: Pere neşînin bila Kurd ji birçiyê bimrin
Çend Parlementerekê Kurd ku bi grûpên xwefiroş hatine naskirin, eve sê roje bi bê rawestan hana Bexdayê didin bo ku rêkeftinê li gel Herêma Kurdistanê neke û bi berpirsên Bexda re gotine pere neşînin bila Kurd ji birçiyê bimrin.
Îro pênçşem 13 tebax Abdula Seyîd Ehmed Şêwirmendê berê yê Encûmena Nûnerên Iraqê ya li kabîneya yekema Hikûmetê ragihand, mixabin radigihînim ku hatin û çûna çend Parlementerekê Kurd ya ji bo birîna mûçe û budceya Herêma Kurdistanê li cem berpirsên Iraqê berdewame, heta ku rêgiriyê bikin pere ji bo Herêma Kurdistanê neşînin. Ew hatin û çûn hinde zêdeye wekî mala wan lê hatiye.
Her wiha Seyîd Ehmed got: Ew Parlementer hemû tiştekê dikin bo ku Hewlêr û Bexda rêk nekevin, her wiha gotine pere ji bo Herêma Kurdistanê neşînin bila Kurd ji birçiya bimrin.
Behsa ewe jî kir ku ew Parlementer eve sê roje komek îmza û wajoyên derewên bi navê fermanberên Kurdistanê dane Bexda bo ku veguhestina mûçeyan, di demek da hemû sê hezar fermanber daxwaz kirine, lê wan bi navê 350 hezar fermanberan nivîsîne.