Xweda xêr ke ka dê vê carê çi biqewime
Seredana Bavil Talebanî, kurê mezin yê Celal Talebanî, bo Bexdayê û civîna taybet bi Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê re, nerehetî û dilgiraniyeke mezin di nav serokatî û rêxistinên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de çê kiriye û li gor hin çavkaniyên ev serdanan şexsî ya Bavil Talebanî bo Bexdayê dê nakokiyên navbera baskên cudayên nava YNKê berfirehtir û kûrtir bike.Li gor wan zaniyariyên ji çavkaniyeke haydar a nava serkirdayetiya YNKê bi Basnwes dane, seradana Bavil Talebanî bo Bexdayê û civîna bi Ebdî re baskê ser bi Kosret Resûl cîgirê yekem yê sekreterê giştiyê YNKê, dilgiran kirine û li gor wê grûpê ev seredan di demekê de hatiye kirin ku Kosret Resûl ji ber nexweşiya xwe li derveyî welête û kurê Talebanî ev derfet bikaraniye. Seredanba Bavil Talebanî bo Bexdayê binpêkirina desthilatên cîgirê yekem yê sekreterê YNKê û desthilatên polîtbûroya wê partiyê ye.Bavil Talebanî di roja 04.01.2018ê de seredana Bexdayê kir û digel Ebadî civiya. Kes nizane naveroka wê civînê çi bûye û armanc ji wê seredan çi bû?Bavil Talebanî û baskê wî xiyaneta 16ê oktobera sala 2017ê encam de û bê şer û bergirî Kerkûk û deverên din radestî arteşa Îraq û Heşda Şebî kirin û bi hezaran kurd ji wan devaran koçber bûn û milk û malê wan ji aliyê Heşda Şabî ve hat şewitandin.Piştî vê serdanê her kes ji xwe dipirse: Xweda xêr ke ka dê vê carê çi biqewime?