Polîtîk

Xwe radestkirin jî xwedî nirxekiye..

Nûçeyek hate ragihandin û piraniya medya Kurdî ev nûçe wek serkeftinekî ragihand. Nûçe wehaye:

“Platforma Rêxistinên Jinan a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ew dixwazin YPJ tevlî Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê bibe.”

Ev rêxistin jî wek rêxistinekî ya PKKê ye. Ji derî PKKê ne xwedî tu biryarekî ne, vêca bi navê Platforma Jinan hewldidin radestkirina xwe awayekî temam bikin.

Lê herkesek dizane ku, rejima niha ya Sûriye di refên xwe de û taybetî di nava Artêşê de cih nade jina. Ji bo vê yekê rejim vekirî dibêje ku, divê HSD nemîne bi temamî bikeve di nava sistema dewleta Sûriye de û desthilata wan dawî werê. Ji xwe gav bi gav deverên rojavayê Kurdistanê radestî îdareya Şamê dikin.

Bila kesek xwe nexapîne, piştî tu Şamê ve girêdayîbî tu mecbûrî li gora fermana dezgehên dewletê yên li Şamê tevbigerî.

PKK di bin navên cuda de hewldie xwe xwedî bike û bi awayekî heyîna xwe biparêze. Lê dema te bê merc xwe radest kir ya rast ewe ku vê yekê ji miletê xwe re vekirî bêje û qima xwe li rewşa heyî bîne. Ji ber ku her hewldanên PKKê zererek mezin dide Kurdan û tekoşîna wan a netewî aloz dike.

Heta ku weneyên Ocalan li stuyê we de be.. Her tişta ku hun bikin hewldana helandina Kurdan di nava civakên din de ye..

Back to top button