Xortên Demoqrat bi rengên netewî pêşwaziya Newrozê kirin

Xortên Demoqrat yên Amedê di pîrozbahiya Newrozê de wekê salên berê bi rengên xwe yên netewî Newroza xwe pîroz kirin.

Di Newroza Amedê ku nêzî milyonek Kurd beşdar bûn de, ti rengên netewî xûya nedibûn lê Xortên Demoqrat yên Amedê wekê par û perar bi dehan alên Kurdistanê û posterekî mezin ê Serok û Rêberê şoreşa Kurd Mele Mustafa Barzanî li qada Newrozê bilindkirin û bi hilgirtina poster û alên Kurdistanê li seranserê qadé gerandin.

Xelkê Amedê bi bilindkirina poster û alayên Kurdistanê matmayî man û bi germahiyek mezin û bi coş tevî vê gerandinê bûn û alên Kurdistanê dest bi dest ji aliyê xelkê ve li qada Newrozê hate gerandin.

Gelek balkéş bû ku, di vê heyecanê de Jin û Xortên Demoqrat bi yek dengî dirûşmên Yan KURDISTAN Yan Neman û Bijî KURDISTAN li qadê Newrozê bi dengekî bilind qiriyan.

Wekê tê zanîn li Amedê pîrozbahiya Newrozê ji aliyê BDP’iyan ve tê organîzekirin. Di vê organizeyê de her tim ji daxwaz û bendawariyê Kurdayetiyê dûr dimînin û ew rewş jî gelek caran ji aliyê xelkê Amedê ve ti car nehatiye pejirandin.

Xortên Demoqrat li Bakurê Kurdistanê ji kêmanî û bê dengiya netewayetî gelek caran nerazîbûna xwe bi çalakiyên cûr be cûr nîşan didin. Daxwaza wan ew e ku li bakurê welêt bi bingehek Kurdewarî û bi xetekî netewayetî bibin bersiva kêmaniyên siyasî.

Nêrînek

  1. Belkı derenge. belkı dı ve demede dıvet kurd wek hemu mıleten dı bın bandora zulm u zordarıyede kare xelasıya xwe dıkın kırıbana le mıxabıl belayek be nav u be nışan apoyı lı sere kurda bune bela, le dısajı dı newroza dıle kurdıstane lı amede tesvıre seroke netevi, seroke netewayıya kurdıstane bılınd dıbe u bı ala kurdıstane jı hatıye neqısandın, ev jı nışana doza kurd ukurdıstane ku bı rebazek kurdewarı ketıye re lı me hemu kurda piroz be…..

  2. “Xortên Demoqrat bi rengên netewî pêşwaziya Newrozê kirin” \r\nLê Amedê jî edî rêxistinên ergenekon têk diçin.. Ji berku edî Alaya Kurdistanê bi destê Kurdewaran tê bilind kirin.. Ew tê wê wateyê ku, bajarê Amedê jî ber bi Kurdewarîyê ra dime$e. Erê, gumane zimanê Kurdî jî hedî hedî lê Amedê jî bê karanîn. Erê, ez rindik dizanim ku, Amed bûye bajarekî tirk. Erê piçek bîna Kurdewarîyê tê, lê ez gelkî gerîyam, di nav bajêr da, tenê rastî pênc (5) kesan hatim ku, bi Kurdî daxifîyan.\r\nJi ber vina jî bilind kirina Alaya Kurdistanê cîyê dilxa$îyê/dilxwe$îyê ye.

  3. Amedddddddddddd! Ala e çika li bejnû balate tê,tı lı alaxu,ala teji lı te pirozbe,tı zanıbi amed xort u keçite alete dı dılitede çıkandıne,ferze lı serte tıji alaxu dı dılixwda bıhebini.

  4. mın bı çevi seri xwe ala piroz lı newroza d bekırda dıt.yarebi şıkır jı tera.xortno malawe u baviwe avabe,ala ku Qadi Muhemed,teslimi Mele Mıstefa kırıbu,Mele Mıstafa ji lı d bekır emanetiwe kıriye,wek rıhe canixwe lı emanetixwe xwedi derkevın.xortno wın pişeroja kurdane,

  5. Bi taybetî ji bo xebatkarên Rojavakurd,\r\nEger hinek têkbir pêshiya welatperwer û xortên demokrat negirin, pêgirên rêbaza netewî bi civînên sexte û pashgotinan (dedîkodiyan) mijûl nekin, welatperwerên dilsoz dikarin hêj gelek karan pêkbînin ku dilê herkesî pê xwesh be. Wekî Xerzî, Jina Kurd û xwendevanên din hestên xwe bi diloszî nivîsîne, dilê me hemiyan gesh bikin. Ji kerema xwe dilsozan rehet bihêlin, bila dengê xwe bilind bikin. Ev dilsoz û egît li meydanan in, gelo evên bi civînên sexte hêza me têk didin li kû ne?\r\nHER HEBIN Û BIJÎN XORTNO, WELARPERWERNO, PÊGIRÊN RÊBAZA BARZANIYÊ NEMIR!\r\nSALA BÊ HEWCE YE EM LI KÊLEKA WÊNEYA SEROK BARZANIYÊ NEMIR WÊNEYÊN SHÊX SAÎD, DR. FUAD, XALID CIBRÎ Û SHEHÎDÊN JÎ HILDIN.\r\nHER TISHT JI BONA DOZA KURD Û KURDISTANÊ, AZADÎ; MIROVAYETÎ Û DEMOKRASIYÊ \r\nHêlîna XORT Û WELATPERWERÊN DEMOKRAT

  6. delalno,ez lı newrozibum lı mıxabın çavemın bırje mın alaku qadi mıhemed ku lı mıhebata piroz teslimi mele mıstafa kırıbu,lı kıbla kurda lı hevliri bı nazenini pel dıda u lı diyarbekıra rengin we ala ku we bılınd kıriye kes nedit.e homoya sosyalista basın dit.vena berzaniyi nemır u ala piroz nehat ditin.ev balkışe.raste wın pışe rojamene herhebın,

Nerîna min :