Îroj

23'ê Adar

23’ê Adar

Di sala 1960’an û di rojekî wekê îroyê de Bedîuzzemanê Saîdê Kurdî çû ser dilovaniya xwe.

Bedîuzzemana Saîdê Kurdî

Seîd Kurdî (1878  li Nurs, Xîzan – 23’ê adarê 1960 li Riha) yek ji zanayên Îslamê ye ku ji wan re Bedîuzzeman (Di dema wî de kes bi ser wî re tune) tê gotin. Di dîroka Îslamê de çar kes xwediyê vî şerefa mezin bûne.

Jiyana Seîdê Kurdî

Seîdê Nursî, li bajarê Bedlîsê, navçeya Hîzanê, li gundê Nursê ji dayik bûye. Tehsîla pêşîn û navîn li welêt diqedîne. Di xortaniya xwe de xebatên welatperwerî dike. Beşdarî Şerê Cîhanê yê Yekemîn dibe. Li Rûsyayê, du salan dîl dimîne û paşê vedigere welêt. Di tevgera welatperwerî de xebata xwe domand. Paşê, dev ji van xebatan berda û bi temamî xwe da riya dînî. Di vê xebatê de dijayetiya rejimê kişand. Li gelek deran heps û surgûnî kişand. Li Ruhayê di 23 adara sala 1960’an de çû ser heqiya xwe.

Perwerdehî

Bediuzzeman Seîd Nursî di sala 1878 de li Nûrsê gundekî Xîzanê navça Bidlîs ê ji daykê bû. Perwerdahiya pêşîn ji Melle Ebdullah girt. Îcazeta xwe li Bazîdê li Medresa Şêx Muhemmed Celalî stand. Navê Bedîuzzeman lê hat danîn ji ber ku di zanîna Îslamî de pir pêşveçuyî bû, di nav civata Îslamzanan de cîhek zaf mezin digirt. Di sala 1894ê de li pirtûkxana Bidlîsê du sal xwendina xwe berdewam kir û di Ulema Îslamî de bû xwedî navekî giran. Ji wir çû Wanê. 10 sal li Wanê ma. Xebatên xwe li wir berdewam kir. di hengama ku li bajarê Wanê ma di qonaxa waliyê Wanê de pirtûkên hemdem û yên li ser zanistên fennî dîtin û bi balkêşî ew zanistên hanê di demeke kurt de bidest xistin. di jiyana xwe ya li bajarê Wanê pirtûkek xwe ya li ser matematîkê jî nivîsandiye lê mixabin di agirekî de ew pirtûk şewitiye. dema ku li qonaxa walî di rojnameyekê de nûçeya “yan divê em hemû Quranan ji nav mislimanan hilînin yan jî mislimanan ji Quranê sar bikin. jiholêrakirina hemû Quranan bêîmkan e lê divê em bi awayekî mislimana ji Quranê sar bikin. yan na heta ku Quran di destê wan de be em bi tu awayî nikarin li wan hukum bikin.” li ser vê nûçeya hanê Xîreta Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ya olî difûre û weha dibêje “Ez dê nîşanî hemû cîhanê bidim ku Quran xwedî ronahiyeke ne vedimire û nejî dikare bê vemirandin!”

Li ser vê yekê berê xwe dide paytextê Osmanî Istenbolê û li wê derê di xana Şekercî de odeyekê kirê dike û li ser deriyê wê odê lewheyek balkêş darde dike “ji hemû pirsan re bersîv heye lê ji tu kesî pirs nayin kirin” li ser vê daxuyaniya balkêş bi sedan kes ji ehlê ilm û zanistê berê xwe didin xana şekirciyan û pirsên xwe yên herî zor jê dikin. ew jî bi alikariya Xwedayê Zane bê dudilî û xeletî bersîvê li hemûyan vedigere. li ser vê yekê navê wî di nav cîhana zanayên paytext de jî pêl bi pêl belav dibe û navdar dibe. dema ku Rektorê zanîngeha El-Ezherê ji bo serîdanekê hatiye Istenbûl alimên wê derê jê lawa dikin ku bi Bedîuzzeman Seîdê Kurdî re têkeve nîqaşê. ew alimê han jî ji bo ku asta zanistiya wî bipîve pirseke weha jê dike “Gelo nerîna te ya derbarê Ewropa û Osmaniyan çi ye? ” Bedîuzzeman bersîvê lê vedigerîne: “Ewropa bi dewleteke Îslamê Avis e û dê rojekê ji dayîk bibe û Osmanî jî bi dewleteke Ewropî Avis e dê rojekê ji dayîk bibe!” li ser vê bersîvê Rektorê El-Ezherê waha dibêje “Ez jî di heman nerînê de bûm lê bi vê kurtayê bilêvkirin tenê Bedîuzzeman dikare bike. naxwe bi vî xortî re kes nikare têkeve nîqaşê û zora wî bibe!

Zanîngeha Zehra

Xewna wî ya herî girîng ew bû ku li Wanê Zanîngeheka Îslamî bi navê “Medreseya Zehra” were avakirin.
Ev Daxwaza xwe ragihand Padişahê Osmanî. Guh nedan gotinên wî û ew berê avitin Tîmarxanê paşê ji wir girtin avitin girtîxanê. Piştî serbestberdana wî li Stenbolê di ‘xîtaba li Hurrîye’ de ji gel re got ku ‘Meşrûtîye’ ne tiştek dijî Îslamê ye. Ew axaftin di rojnamên wê demê de hat weşandin. Di sala 1910an de zivirî welêt û hat Wanê. Li bajarên Kurdistan geriya, çû Mûş, Bidlîs, Çolamêrg, Amed û Rihayê. Li wan deran di nivîs û axaftinên xwe yên bi navê ‘Munazarat’ de bi serokê Eşîrên Kurdan re li ser buyerên demê peyivî. Di sala pey wî de çû Şamê û di mizgefta Emewî de xutbek li ser kêşeyên siyasî, aborî û civatî yên Civata Îslamê da. Ew xutbe paşê bi navê ‘Xutbeya Şamê’ hat çapkirin. Ji Şamê hat Stenbolê û tev li gerra Sultan Reşad li welatên rojhilatê bû. Li Skopiyê tev li hîmavitina Zanûngehê bû. Dema ji ber Şerê Balkan ew proje hat sekinandin, bi Hukumeta Osmanî da pejirandin, ku ew texsîsata Zanîngeha Skopiyê li ‘Medresa Zehra’ were guhêztin. Paşê hat Wanê. Hîmê Zanîngeha Zahra di sala 1913an de li kêleka Derya Wanê, li Artemîtê hat avitin. Lê ji ber destpêkirina Şerê Cîhanê Yekan avakirin rawest.

Di vê navberê de pêwendiyên xwe bi kurdên li Istenbûlê re çêdikir serî dida qehwexaneyên ku kurd lê rûdiniştin û di ber xwe dida ku wan hişyar bike û yekîtiya navxweyî çêbike da ku bi saya vê yekîtiyê hem namûsa Kurdayetiyê û hem jî ya alema îslamê rizgar bike.

Ji bo nimûne maqaleyeke xwe de Bedîuzzeman Seîdê Kurdî nexweşî û çareseriya nexweşiyên kurda û qenciyên wan weha rêz dike.

“Ey gelî kurdan! Îttifaqê de quwwet, îttihadê de heyat, di biratiyê de se’adet heye. Kabika Îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin da we ji belayê xelas ke. Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we re bibêjim: Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin. yek ÎSLAMIYET e, ku hezar xûna şehîdan buhayê wê dane. Ê duduwan ÎNSANIYET, ku lazim e em nezera xelqê de, bi xizmeta ‘eqlî, ciwanmêranî û însaniyeta xwe nîşanî dinê bidin. Ê sisêyan, MILLIYETA me ye, ku mezîyet da me, ê berê ku bi qenciya xwe saxin, em bi karê xwe, bi hifza milliyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin.

Piştî wê, sê dujminê me hene, me xerab dikin. Yek feqîrtî ye, çil hezar hemmalê Îstembolê delîla wê ye. Ê duduwan: Cehalet û bêxwendinî ku hezar ji me da yek “qezete-rojname” nikarin bixwînin delîla wê ye. Ê sisêyan: Dujminî û îxtilaf e, ku ew ‘edawet quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbiyê dike û hukumet jî ji bêînsafiya xwe zulm li me dikir. ku we ev seh kir, bizanin çara me ew e, ku em sê şûrê elmas bi destên xwe bigrin, ta ku em hersê cewherên xwe ji destên xwe nekin! Hersê dujminê xwe ser xwe rakin. Û şûrê ewwil: Me’rîfet û xwendin e. Ê duduwan: Îttifaq û muhebbeta millî ye. Ê sisêyan: Însanê şuxla xwe bi nefsa xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedê. Wesîyeta paşê: Xwandin, xwandin, xwandin û destêhevgirtin, destêhevgirtin, destêhevgirtin. “

Dema Şerê Cîhanê

Seîd Nursî bi şagirtên xwe ji bo parastina welat dijî Rusya ket şer. Xebata xweya nivîsandinê di şer de jî neda rawestandin û ‘Işaret-ul Îcaz’ qedand. Di şer de pir kes ji xwendevanên wî şehîd ketin. Ew jî ji aliyê Rusan hat girtin. Di şoreşa Rus de tevlihevî li Rusya çêbû û ev jî ji bo rvîna wî bû sedem. Ji Kosturma derbasî Petersburgê, ji wir jî Varşovayê û di dawiyê de Viyanayê bû. Bi alîkariya Hukumeta Alman derbasî Stenbolê bû. Dema Osmanî di Şerê Cîhanê Yekan de binketin û Îngilîz ketin Stenbolê Seîdê Nursî berhemekî xwe bi navê ‘Xutuwatî Sîtte’ dijî dagirkeriya Îngilîzan weşand. Desthilatdarê Înglîz dan ragihandin ku mirî an jînde wî bigrin û bînin.

Serhildana Anatolî

Dema serhildana Anatoliyê dijî dagirkeran destpêkir Şêxul Îslam dijî wan fetwa derxist. Seîd Nursî jî dijî wê fetwayê fetwak wederxist û da ragihandin ku serhildana ‘Quwwe-î Milliye’ cîhad e û kesên dijî desthilatdaran şer bikin mucahîd in. Herwiha li aliyê Mustefa Kemal dijî desthilatdaran mucadele kir. Ev ji aliyê Mustefa Kemal û hevalên wî hat dîtin û wan xwast ku Bediuzzeman were Enqerê.

Dema Enqerê

Bediuzzeman di 25ê sermaweza sala 1922an de bi merasîmeka fermî hat meclîsa Enqerê. Li Meclîsa Enqerê bi piraniya dengan berdewamkirina avakirina Zanîngeha Zehra li Wanê da pejirandin. Lê dema raghiand endamên meclîsê ku bila ev nimêj bikin û girîngiya nimçjkirinê ji gel re bibêjin ew û meclîs ji hev qetiyan. Di dawiyê de ew têgihîşt ku daxwaza Îslamnexwazan pêkhatiye.

Dema Nefî

Di serhildana Şêx Seîd de di sala 1925’an de ew jî hat girtin û li Burdurê hat nefîkirin. Di destpêka sala 1926 ew anîn gundekî piçûkê Spartayê, Barla. Piraniya berhema xwe a herî mezim, Risaleyên Nûr li vir nivîsand û da weşandin. Ji ber ku hukûmetê dixwast ew li ber çavên wan be, Bedîuzzeman anîn nava Spartayê. Li vir polîs ew û 120 şagirtên wî girtin û birin girtîxana Eskîşehîr. Biryara dadgehê ew bû ku wê Bedîuzzeman 11 di girtîgehê de binmîne û pişt re nefî Qastamonî be. Di sala 1943 de careka din hat girtin. Dew hemû li ser ‘Risaleya Nûr’ lê dihat kirin. Ew Ji wir şandin Denizlî li wir heta 1944ê ma. Piştî berdana wî dîsa serbest nema û ew şandin Emirdagê navçeya Afyonê. Li wir li hemberê bîna hukûmetê bicîh kirin. Nedihîştin biçe mizgeftê jî. Dewletê pê nikari bû, ewî karê xwe yê ronakkirina cîwanan li her derê berdewam kir. Sê caran hewl dan xwe ku wî bi jehrê bikujin. Bi saya serê pêşveçûna gerdişên teknîk êdî nivîsên wî li her derê dikarî bûn werin belavkirin. Ev di çavên hukumeta CHPê de bibû qîtek. Lewma cardin hate girtin û 20 meh heps jê re hat dayinç Lê dadgeheka din ev biryar ji holê rakir û ew serbest ma. Paşê biryerk din ji Enqerê hat û li Afyonê hat rawestandin. Di dawiya sala 1949’an de car din hîştin ku were Emirdaxê.

Dema Partiya Demokrat

Di dema Partiya Demokratê de jî ji bo sedema şepqe hat dadkirin, pişt re ji bo pirtûka wî a ‘Rêbera Cîwanan’. Piştî dadkrinia li Stenbolê sê mehan li wir ma û zivirî Isapartayê.

Di sala dawiya jiyana xwe de çû Rihayê. Pir nexweş li ser mirinê bû. Lê hukumetê ew li Kurdistan nedixwast, jê re ferman derxistin da ku biçe Ispartayê. Li Rihaye 23ê adarê di sala 1960 gihîşt rihmeta xwedê. Piştî Alpaslan Turkeş generalek nijadperest bi zordariyê hukumet kir destê xwe laşê Bedîuzzeman dizîn û bi balafirek leşkerî revandin birin. Heta niha kes ni zane li ku ye.

Nîşe

Seîd Nûrsî di sala 1909an de xwestiye rojnameyek kurdî derxîne.

Berhem

Pirtûkên Seîdê Kurdî yên bi kurdî
• Rîsaleya Biratîyê
• Peyivên Biçûk
• Peyiva Bîst û Sêyemîn

Back to top button